Li 8 bajaran bi hinceta PKKyê 27 kes hatin desteserkirin

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Operasyon Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 8 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro "bi hinceta PKKyê” 27 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, tîmên fermandariya cendirmeyan ên bajaran li parêzgeha Riha, Mêrdîn, Wan, Meletî û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê û Îzmir, Isparta û Manisa yên Tirkiyeyê operasyon da destpêkirin.

Ali Yerlikaya da zanîn ku "bi hinceta PKKyê" 27 kes hatin desteserkirin.

Bi gotina Alî Yerlîkaya 27 kesên hatine desteserkirin “amadekariya çalakiyan” dikir.

Piştî êrîşa 1ê Çiriya Pêşînê ya li dijî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, hêzên ewlehiyê li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedan kes desteser kirine.

PKKyê berpirsyariya wê êrişê li xwe girtibû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst