Li 15 bajaran operasyon: Bi hinceta PKKyê 37 kes hatin desteserkirin

04-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 15 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, îro hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi “hinceta PKKyê” 37 kes desteser kirin.

Piştî êrîşa 1ê Çiriya Pêşîn a li ber Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ku PKKyê berpirsiyariya wê li xwe girt, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê operasyon dan destpêkirin.

Heta niha zêdetirî 100 kesî hatine desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsiye:

“Di çarçoveya operasyonan de li Stenbol, Wan, Riha, Xarpêt, Amed, Duzce, Bursa, Edirne, Kirklareli, Kilîs, Îdir, Hatay, Edene, Mereş û Denizliyê 37 gumanbar hatine desteserkirin.”

Yerlikaya herwiha diyar kir ku di operasyonan de li parêzgeha Agirî du endamên PKKyê yên dixwest ji sînor derkevin di şer de canê xwe ji dest daye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Roja Duşemê li bajarên Stenbol û Kirklarelî yên Tirkiyeyê polîsan bi ser malan de girtibû.

Hevseroka Giştî ya DADê Kadriye Dogan, berpirs û rêveberên HDK û HDPyê jî di nav de herî kêm 20 kes hatibûn desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst