Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

KERKÛK – Bilindkirina Ala Kurdistanê li hemû cihekî hat qedexekirin

Ji aliyê RÛDAW 19-2-2018
Rûdaw

Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê Ala Kurdistanê bi hemû awayekî hat qedexekirin. Li nav mal û otomobîlan de jî hêzên Iraqî nahêlin Ala Kurdistanê were danîn. Herwiha wêneyên şehîdan ên bi alayên Kurdistanê ku li nav bajêr hatine daleqandin, ew jî hatine rakirin.


Ji xeynî ser gorên wan şehîdên ku bi baweriya berbabûna Ala Kurdistanê serê xwe danîn, destê dijberên Ala Kurdistanê gehişte hemû cihekî Kerkûkê. Alayên Kurdistanê yên li ser cade û kolanan an hatine danîn an jî têkdan û qetandin. Li ser dibistanên Kurdî jî anîne xwarê û niha xwendekar nikarin sirûda Ey Reqîb jî bixwînin.


Aliyên Kurdistanî jî ku Ala Kurdistanê ya li ser avahiyên xwe anîne xwarê û veguhestine odeyên civînan, dixwazin ji niha û şûnde bi awayekî yekgirtî rûbirûyê vê dîfaktoyê bibin ku li ser wan hatiye ferzkirin.


Di vê derbarê de Berpirsê Malbenda Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Kerkûkê Mewlûd Resûl ji Rûdawê re got: “Heta niha rewş normal e, dosya ewlekariyê di destê wan kesan de ye ku berê li ba Kurdan bû, lê niha ne wiha ye, em dikarin bibêjin milmilaneyeke mezhebî û neteweyî heye, divê em bi awayekî neteweyî û Kurdane tevbigerin û nêzîkî hev bibin.”


Berî niha, wate berî 16ê Cotmeha sala 2017ê ku Kerkûk hat dagîrkirin, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryara bilindkirina Ala Kurdistanê dabû. Dadgeha Federalî jî ragihandibû ku bilindkirina Ala Kurdistanê yasayî ye. Loma Serokê Encûmena bajêr daxwaz dike ku doz derbarê van kiryarên hêzên Iraqî de bê vekirin.


Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî ji Rûdawê re wiha axifî: “Niha li gor biryara dawî ya Dadgeha Federalî, evna karekî navxweyî ye, ti pirsgirêk nîne û divê biryara me ya bilindkirina alayê wek xwe berdewam be, loma pêwiste niha li dijî wan kesên naxwazin Ala Kurdistanê bê bilind kirin doz were vekirin.”


Piştî 16 Cotmehê tenê Ala Kurdistanê hatiye qedexekirin. Turkmen wek nîşaneya serkeftinê taxên xwe bi alên şîn dixemilînin. Şîeyan jî ku niha li bajêr desthilatdar in, alayên mezhebî li cihê Alayên Kurdistanê daleqandine. 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.563 seconds