Parlamenterê HEDEPê: Ji Amed, Kurd û Kurdistanê netirsin

30-10-2023
Nîşan HEDEP Omer Faruk Hulaku Kurdî Kurd Kurdistan Çewlîg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HEDEPê Omer Faruk Hulaku got, “Dema em gotina Kurdistan, Kurd, Çewlîg û Amed bi kar tînin, metirsin.”

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî.

“Tehemûla wan nîne ku Kurdî bibihîzin”

Omer Faruk Hulaku bal kişand astengiyên li ber Kurdî û got:

“Dema em di rûniştinên Parlamentoya Tirkiyeyê de bi Kurdî diaxivin, mîkrofonên me tên girtin. Tehemûla wan nîne ku Kurdî bibihîzin lê di hilbijartinan de bi zimanê Kurdî dengên Kurdan dixwazin.”

Tehemûla wan nîne ku zimanê Kurdî bibihîzin û yekser mîkrofonên me digirin.”

Omer Faruk Hulaku destnîşan kir ku “Ev nêzîkatiya serokatiya parlamentoyê nîşana siyaseta înkarkirina gelê Kurd û zimanê Kurdî ye” û pê de çû:

“Dema ku parlamenterên me bi Kurdî diaxivin, di girtenameyên civînan parlamentoyê de wekî ‘zimanê nayê zanîn’ derbas dibe û tê tomarkirin.

Dema em gotina Kurdistan, Kurd, Çewlîg û Amed bi kar tînin, metirsin.”

Parlamenterê HEDEPê diyar kir ku dema ew bûye parlamenter destpêkê li ser karta wî ya parlamenteriyê "Çewlîg" nivîsiye lê paşê dema wî xwestiye karta xwe nû bikê wan rê nadeye ku “Çewlîg” were nivîsandin û ji dêlva wê ve “Bîngol” hatiye nivîsandin.

“Dema hatin Enqereyê wan zimanê Kurdî ji bîr kir”

Omer Faruk Hulaku di berdewamiya axaftina xwe de rexne li parlamenterên Kurd ên di nava AK Partiyê de girtin û got:

“Hejmarek zêde parlamenterên Kurd di nava AK Partiyê de hene, wan bangeşeya hilbijartinê bi zimanê Kurdî dikir.

Wan bi vî awayî gelek dengên Kurdan bi dest xistin lê gelekî balkêş e, dema hatin Enqereyê wan Kurdî ji bîr kir û bi tu awayî bi Kurdî naxivin.”

“Bi rastî we qet ji xwe nepirsiye?”

Parlamenterê HEDEPê li nêzîkbûna li hemberî Kurdî jî wiha axivî:

“TRT 6 bi Kurdî ye, deshilat her tim şanaziyê bi wê yekê dike lê dema em bi Kurdî diaxivin dengê me dibirin û di girtenameya parlamentoyê de wekî ‘zimanê nayê zanîn’ derbas dibe.

Bi rastî we qet ji xwe nepirsiye, ev welatiyên Kurd hest bi çi dikin ku dibînin di Parlamentoya Tirkiyeyê de rêgirî li Kurdî tê kirin?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst