Barzanî ji bo eşîrên ereb: Mûsil avêtine destê qederê

21-06-2017
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Mûsil DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)– Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir, derxistina DAIŞê ya ji Mûsilê nayê wateya bidawîbûna vê rêxistinê.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja Çarşemê 21-06-2017, li Hewlêrê ligel nûnerê hoz û eşîretên ereb ên parêzgeha Nînowayê civiya û got: “Ji aliyê leşkerî ve tenê çend rojên DAIŞê mane. Piştî çend rojên din dê taxên teng ên Mûsilê werin kontrolkirin. Ev mûmkin e. lê sedemên derketina DAIŞê li Iraqê hê ji holê nehatine rakirin. Ev pirsgirêk hê jî weke xwe mane.”

 

Serok Barzanî di gotara xwe de ji serkirde û kesayetên ereb re diyar kir, ku herêm ji qonaxeke hestyar re derbas dibe û herwiha eşkere kir, ku ew ji bûyer û paşeroja herêmê nîgeran e.

 

Barzanî plana hikûmeta Iraqê ya kontrolkirina Mûsilê û herwiha plana piştî derxistina DAIŞê ya ji Mûsilê jî rexne kir û got: “Beriya 2 salan ji bo kontrolkirina Mûsilê, li gel hikûmeta federal û hevpeymaniya navdewletî me gelek civîn pêk anîn. Plana kontrolkirina Mûsilê û herwiha ya piştî kontrolkirina bajêr hate dariştin. Di destpêkê de ji bo cîbicîkirina plane germiyek hebû. Lê vê dawiyê min hest pê kir, ku qet giringiyê nadin plane. Qet giringiyê Nadine Mûsilê. Mûsil ji qeza û qederê re hiştine.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku wan xwestiye di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de rêkeftineke demkî hebe da ku hevkariya Civata Parêzgeha Nînowa û xelkê Mûsilê bikin da ku bikarin pirsgirêkên wan çareser bikin, lê ev yek jî pêk nehatiye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst