Serok Barzanî: Rakirina kursiyên kotayê dê zererê bide demokrasiyê

06-03-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Victoria Taylor Amerîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser biryara Dadgeha Federal a Îraqê ya nehiştina kotaya pêkhateyan got, “Ev hewldaneke ji bo nehiştina mafên pêkhateyan e.”

Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Cîgira Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û Berpirsa Karûbarên Îraq û Îranê ya Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk Victoria Taylor qebûl kir.

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di civîna ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê Mark Straw jî tê de amade bû, behsa serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şandeya Herêma Kurdistanê ya Washingtonê hat kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser pêwîstiya parastina aramiya Îraqê û rola hêzên hevpeymanan di aramiya Îraq û herêmê de hat kirin.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên ku dê 10ê Hezîranê de bên kirin jî mijareke din a civînê bû.

Serok Mesûd Barzanî piştevaniya xwe ya ji bo lidarxistina hilbijartinan dubare kir.

Herwiha Serok Mesûd Barzanî dilgiraniya xwe ya derbarê biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê ya li ser rakirina mafê nûneratiya pêkhateyan de anî ziman.

Serok Mesûd Barzanî ev biryar wekî hewldaneke ji bo nehiştina mafên pêkhateyan û gihandina ziyanê ya li pêvajoya demokrasiyê bi nav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst