Gwêr (Rûdaw) – Erebên ku ji ber êrişên DAIŞê bû 3 sal li kampên awareyan dijîn, dest bi vegera ber bi nahiyeya Gwêr a Mûsilê kirin û diyar dikin ku dixwazin axa wan ser bi Kurdistanê be.
Nêzîkî 100 malbatên ereb ku ji ber êrişên DAIŞê li kampên awareyan dijîn, piştî 3 salan vegeriyan cih û warên xwe yên li nahiyeya Gwêr a Mûsilê.
Welatiyê ereb ê bi navê Mehdî Ehmed ji Rûdawê re ragihand, ku ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû 3 sal ji wan re bûye alîkar, spas dike.
Mehdî Ehmed aşkere kir, ji ber ku vegeriyaye mala xwe kêfxweş e û got: “Înşallah emê beşdarî referandumê bibin û ji bo serxwebûna Kurdistanê bibêjin "Belê".
Welatiyê bi navê Hezel jî diyar kir: “Weke ku ez ji nû ve hatim dinyayê. Hesteke gelek xweş e. Gava min xizm û cîranên xwe dîtin, hesteke cuda li cem min peyda bû. Ez nikarim vê hestê bi gotinan bînim ziman.”
Biryar e malbatên din ên li kampan jî di demeke nêzîk de vegerin cih û warên xwe.
Rêveberê Nahiyeya Gwêrê Hêriş Husên aşkere kir: “Piştî nûkirina jêrxana nahiyeyê û dabînkirina elektrîk û avê, vegera welatiyan dest pê kir.”
Heta niha 2 hezar û 500 malbatên ereb vegeriyane û hat ragihandin, ku ji bo vegera 1500 malbatên din, amadekarî berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse