Heşt Kurdên ku salek berê li Daxistanê hatibûn girtin vegeriyan welêt

11-01-2024
Nîşan Kurd Daxistan Girtin Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heşt Kurdên ku beriya niha bi salekê dema wan dixwest biçin Ewropayê li Daxistanê hatibûn girtin vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Endamê Lijneya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê Dr. Musenna Emîn ji Rûdawê re da zanîn ku 8 ciwanên Kurd û yekî Ereb piştî salekê ji Daxistanê vegeriyane welêt.

“Salek cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn”

Dr. Musenna Emîn wiha behsa pêvajoya desteserkirina van ciwanan kir:

“Zêdetirî salek berê wan xwestiye bi rêya Azerbeycanê derbasî Daxistanê (Komara Daxistanê li Rûsyayê herêmeke serbixwe ye) bibin.

Ew li Daxistanê hatine desteserkirin û darizandin. Ji ber ku bi rêyên neqanûnî derbasî Daxistanê bûne salek cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.”

 Dr. Musenna Emîn herwiha da zanîn ku du jin û zarokek jî bi wan re bûne û zarok piştî gelek hewldanan vegeriyaye Herêma Kurdistanê lê her du jinên Kurd hîn jî li Daxistanê girtî ne.

Dr. Musenna Emîn amaje pê kir, piştî ku haya wî ji bûyerê çêbûye wî bi rêya saziyên fermi gelekî hewl daye da ku ew kes werin berdan.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê jî pirsên aliyên pêwendîdar ên Daxistanê yên li ser mijarê bersivandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst