Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê yê li Tirkiyê ji wî welatî hat derxistin û bo Herêma Kurdistanê hat şandin.
Medyayên YNKê ragihandin: “Nûnerê YNKê li Tirkiyê, Behroz Gelalî ji ber wan arîşeyên ku di navbera YNKê û Tirkiyê de hene, bo Herêma Kurdistanê hatiye şandin.”
YNKê bi fermî hêj li ser mijarê ti daxuyanî nedaye. Herwiha medyayên ser bi vê partiyê ve jî zelal nekirine, ku çi pirsgirêk di navbera YNKê û Tirkiyê de hene.
Gelalî û malbata wî êvariya îro çarşembiyê 23ê Tebaxê gihîştine bajarê Silêmaniyê.
Ev yek di demekê de ye, ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Aliyên pêwnedîdar ên Tirkiyê heta niha derbarê vê mijarê de ti daxuyanî û zelalkirinek nedane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse