Tirkiye û Misirê du alî balyozên xwe destnîşan kirin

04-07-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Misir Qahîre Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Misirê bo asayîkirina pêwendiyên xwe gaveke nû avêtin. Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku di navbera herdû welatan de balyoz hatine erkdarkirin.

Ev demek e Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe yên ligel Misrê asayî bike û li ser wê bingehê heta niha gelek hevdîtin çêbûne û gavên dîplomatîk hatine avêtin.

Wezareta Derve ya Tirkiye îro 4ê Temuza 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku Enqere û Kahîreyê dû alî balyozên xwe destnîşan kirine.

Piştî 13 salan ev cara yekê ye ku her dû welat balyozên xwe destnîşan dikin.

Di dauyaniya Wezareta Derve de tê gotin: “Komara Tirkiyê û Komara Erebî ya Misrê peywendiyên xwe yên dîplomatîk gihandin asta balyozxaneyan. Tirkiye li Kahîre wek balyoz Salih Mutlu Şen û Misrê jî bo Enqere wek balyoz Amr Elhamamy destnîşan kirine. Li ser bingeha biryarên Serokkomarê herdû welatan dê peywendiyên dîplomatîk ên di navbera herdû welatan de bên zêdekirin. Armanca vê pêngavê asayîkirina peywendiyên navbera herdû welatan e li ser bingeha berjewendiyên xelkê Tirkiye û Misirê, bo asayîkirina peywendiyan ev nîşandana îradeya herdû aliyan e.”

Têkiliyên di navbera Qahîre û Enqereyê de piştî wê yekê aloz bûn ku artêşa Misirê di sala 2013an de Serokkomarê wê demê yê Misirê Mihemed Mursî ku endamê Îxwan Muslimîn, hevalbendê Partiya Dad û Geşepêdanê, bû ji kar dûrxist.

Serokkomarê Tirkiyê wê demê soz da ku "tu carî" têkiliyê bi Sîsî re neke, ku wê demê fermandarê Artêşa Misirû bû û ji sala 2014an ve serokatiya wî welatî dike.

Lêbelê, her du serokan di mehên borî de dest bi pêwendiyan kirin, ji ber ku wan Mijdara 2022an di kevana Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê de ya ku li Qeterê hat lidarxistin,dest bi pêwendiyan kirin.

Di Sibata 2023an de û piştî erdheja wêranker a ku li Tirkiye û Sûriyeyê qewimî û bi deh hezaran kes di encam de mirin, Erdogan û Sîsî bi telefonê bi hev re axivîn.

Li gel aloziya siyasî, danûstandinên bazirganî di navbera Misir û Tirkiyê de nesekinîn, û li gorî Navenda Lêkolînê ya Carnegie, ji 4,4 mîlyar dolar di sala 2007 de gihîşt 11,1 mîlyar dolaran di sala 2020 de. Herwiha di sala 2022an de, Enqere bû yekemîn hawirdekarê berhemên Misrê û bi bihayê çar milyar dolarên Amerîkî kelûeplên ji Misirê hawirde kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst