Firokeyên Tirkiyê Qendîl bombebaran kirin

25-04-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Qendîl Bombebaran
A+ A-

Soran (Rûdaw) – Firokeyên şer ên Tirkiyê îro Çarşemî 25ê Nîsana 2018 bi dijwarî çend gund û avahiyên quntara Çiyayê Qendîlê li sînorê her du qezayên Rewandiz û Pişderê bombebaran kirin.

 

Qayimmeqamê Rewandizê, Kwêstan Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Ew gundên ku bûne armanca firokeyên Tirkiyê, gundên Sore Dê, Gelî Bedran, Zargelî, Dolî Şawrê û Bokrîsan in.”

 

Qayimmeqamê Rewandizê herwiha diyar kir, ku “beşek ji wan gundan avedan in û li bilindahiyên deverê jî di vê demsalê de cotkar mijûlî kar in.”

 

Li gorî zanyariyan, di êrişa esmanî ya bo ser wan deverên Başûrê Kurdistanê de du firokeyên şer ên Tirkiyê beşdar bûne.

 

Doh Sêşemî 24ê Nîsanê de jî firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê deverên Zab, Gare, Avaşîn û Bas kirine armanca êrişên xwe.

 

Serokerkaniya Artêşa Tirkiyê derbarê êrişa doh de ragihandiye, ku firokeyên şer ên wî welatî 9 baregehên PKKê di nava axa Iraqê (Herêma Kurdistanê) de kirine armanc.

 

Îro jî Artêşa Tirkiyê ragihand, ku di êrişa doh de 10 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

 

Fermandariya Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê PKKê û medyayên nêzîkî PKKê encamdana her du êrişên îro û doh bo ser çend deverên Başûrê Kurdistanê piştrast kirine, lê belê ti amaje bi êrişa ser baregehên xwe û can ji dest dana gerîlayan nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst