Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin

07-11-2023
RÛDAW
Nîşan Qendîl Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyeyê çend deverên li quntara Qindîlê bombebaran kirin.

Rêvebirê Nahiyeya Sengeerê Nehro Ebdula ji Rûdawê re ragihand ku balafirên şer çend dever li quntara Qendîlê bombebaran kirin.

Bi gotina Nehro Ebdula gundên Sile, Bole, Bayawan, Sînemoke, Sercoya Rebenê û rêyên Çiyayê Kone Koterê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin.

Nehro Ebdula got ku bi sedema zehmetiya navçeyê heta niha ziyan nehatine zanîn.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî derbarê êrişan daxuyanî da.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku ku wan Qendîl û Garayê 12 hedefên PKKyê kirin armanc.

Duh jî balefireke Tirkiyeyê gundê Boskênî yê navçeya Ranyayê bombebaran kiribû.

Di encama wê êrişê de du welatî bi giranî birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst