Ji ber bombebarana Tirkiyeyê elektrîka gundên Qendîlê qut bû

19-03-2024
RÛDAW
Nîşan Bombebaran Qendîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê li herêma Qendîlê elektrîka gundên bajarokê Sengeserê qût bû.

Li gorî zanyariyên Rûdawê îro ji ber bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê Geliyê Kurtekê yê nêzîkî bajarokê Sengeserê yê ser bi Îdareya Serbixwe ya Raperînê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de elektrîka gundên herêmê qût bû û rêyên herêmê jî gelekî zirar dîtin.

“Rêya serekî ya Sengeserê zirar dît”

Rêveberê nahiyeya Sengeserê Nehro Ebdullah derbarê bombebaranê de ji Rûdawê re axivî û got:

“Demjimêr derdoran 06:00ê êvarê, balafirên şer ên Tirkiyeyê rêya sereke ya gundên herêma Qendîlê ya Sengeserê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de elektrîka niştimanî ya gundan qût bû û rêya Sengeserê zirareke mezin dît û tirseke mezin di nav gundiyên herêmê re çêbûye.”

Herwiha Nehro Ebdulla da zanîn heta niha ti ziyana canî ji ber bombebaranê çênebûye û cihê hatiye bombebarankirin rêya sereke ya gundên herêma Qendîle yê û ew rê diçe ser qezaya Pişder û rêveberiya Raperînê.

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Ji ber şerê PKKyê û Tirkiyeyê li ser herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi sedan gundên herêmê vala bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst