Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand dem hatiye ku Kurd çarenûsa xwe diyar bike û serxwebûn dê her pêk were û got: “Divê Amerîka û civaka navneteweyî rêzê ji biryara gelê Kurd bigire.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Washingtona Post a Amerîkî re gotarek nivîsand û di gotara xwe de mijara referandûma serxwebûna Kurdistanê û geşedanên li herêmê nirxand.
Mesûd Barzanî diyar kir ku referandûma serxwebûnê Kurdistanê dê 25ê Îlona îsal bê pêkanîn û gelê Kurd dê bi refererandûmê biryarê li ser jiyana bi hev re yan jî ya cudabûnâ ji Iraqê bide.
Barzanî amaje bi vê yekê kir ku serxwebûn dê her pêk were û serxwebûna Kurdistanê dê ji bo ti kesî nebe gef û metirsî û berevajoyê vê yekê dê li herêmê ji bo aramiyê bibe derfetek û wiha domand: “Beriya sed salan piştî Yekemîn Şerê Cîhanî soza dewletê dabûn Kurdan lê Kurdistan bi ser Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ve dabeş kirin. Pêwîst bû di Iraqa nû de Kurd û Ereb du gelên wekhev bin, lê tevahiya hikûmetên Iraqê zordarî li Kurdan kirin.”
Di berdewamiya gotara xwe de Barzanî destnîşan kiriye ku Kurdan piştî hilweşandina rejîma Beas ji bo avakirina Iraqa nû ya aram gelek hewldan lê rêvebariya Bexdayê li beramberî xebat û xizmetên Kurdan de tiştek nekir û wiha dibêje:
“Hikûmeta Bexdayê heta piştî 14 salan jî biryarên destûra bingehîn bicî nekir û ev yek têrê dike ku em bizanîn hikûmeta Bexdayê dê ti caran wan xalan bicî neke.”
Di beşekê din a gotara xwe de Barzanî daye xuyandin ku dem hatiye gelê Kurd çarenûsa xwe diyar bike û dive Amerîka û civika navneteweyî jî rêzê ji biryara demokratîk a gelê Kurd bigire.
Barzanî got jî ew biryar dê hem ji bo Kurdistanê û hem ji bo Iraqê baştir be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse