Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji bo 37emîn salvegera kîmyabarankirina Helebceyê got, "Berpirsyariya vê tawana li dijî mirovahiyê û encam û şopên wê, heya qerebûkirina malbatên qurbaniyan, li ser milê dewleta Îraqê ye."
16ê Adara 1988an, hikûmeta wê demê ya Îraqê bi çekên kîmyawî êrişî Helebceyê kir.
Bi wê sedemê herî kêm 5 hezar welatî şehîd bûn, beşek ji xelkê jî ji ber bandora çekên kîmyawî rastî nexweşiyên curbicur hatin û heta niha jî şopa nexweşiyan li ser wan maye.
Serok Mesûd Barzanî di 37emîn salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de peyamek belav kir.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Birîn û êşa sûcê kîmyabarankirina Helebceyê heta hetayê di hundirê dil û giyanê hemû Kurdistaniyan de dimîne û nayê jibîrkirin.
Berpirsyariya vê tawana li dijî mirovahiyê û encam û şopên wê, heya qerebûkirina malbatên qurbaniyan, li ser milê Dewleta Îraqê ye.
Di 37 saliya karesata bombebarankirina Helebceyê bi çekên kîmyawî de, silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Helebceyê û malbat û kesûkarên şehîd û birîndarên wê tawanê re dişînin."
📌Serok Mesûd Barzanî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 16, 2025
📣 "Birînên êrişa kîmyewî ya Helebceyê û êşa wê dê di dilê hemû Kurdan de bimînîn"#Helebce #KomkujiyaHelepceye pic.twitter.com/cm4WMAIEe4
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse