Îranê bi mûşekan êrişî rojhilatê Sûriyê kir

18-06-2017
Rûdaw
Nîşan Îran Supaya Pasdaran Mûşek Êriş Sûriye Dêrezor
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Îranê ragihand, di bersiva êrişên wê dawiyê yên li Tehranê, wan bi mûşekên dûrhavêj binke û baregehên DAIŞê li rojhilatê Sûriyê kirine armanc.

 

Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, wan îşev mûşek avêtine nav axa Sûriyê û baregehên komên tundrew li bajarê Dêrezorê yê Sûriyê mûşekbaran kirine.

 

Di daxuyaniya Supaya Padaran de hatiye, ku êrişa mûşekî ya wan û bi armanc girtina baregehên komên tundrew di nav axa Sûriyê de, weke bersiv û tolhildana êrişên wê dawiyê li Tehranê û Îranê bûye.

 

Supaya Pasdaran herwiha gotiye, ku ew nahêlin xwîna xort û welatiyên îranê li erdê bimîne û dê tola xwîna wan a rijandî vekin.

 

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku mûşek ji navendên mûşekî yên Supaya Pasdaran ên li Kirmaşan û Sine, ku li Rojhilatê Kurdistanê ne), hatine avêtin.

 

Roja 7ê vê mehê du komên çekdar li paytexta Îranê bajarê Tehranê êrişî avahiya parlamentoya wî welatî û Mezargeha Ayetullah Xumêynî kirin, ku di encamê de 17 kes hatin kuştin û 55 kes jî birîndar bûn.

 

Rêxistina DAIŞê berpirsatiya wan êrişan li xwe girtibû.

 

Berpirsên siyasî û leşkerî yên Îranê piştî êrişên Tehranê gef xwaribûn, ku dê tola wamn êrişan vekin û tekez kiribûn, ku dê tola wan gelek tund be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst