Berpirsên Îranê bo Ebadî: Em parçekirina Iraqê qebûl nakin

20-06-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq Heyder Ebadî Îran Elî Xaminêyî Hesen Ruhanî Kurdistan Referandum
A+ A-

Tehran (Rûdaw) – Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di hevdîtinên xwe de yên bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re ji wî re gotine, ku “dabeşkirina Iraqê nayê qebûlkirin û Îran rê nade parçekirina Iraqê”. Ebadî jî bersiva wan daye û gotiye, “dabeşkirina Iraqê karekî neyasayî ye”.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro sêşembiyê di çarçoveya geşta xwe ya bo welatên herêmê, serdana Îranê kir.

 

Heyder Ebadî piştî nîvro githîşt Tehranê û ji aliyê Cîgirê Serokomarê Îranê Ishaq Cehangîrî ve hat pêşwazîkirin.

 


Ebadî piştre ji ofîsa Serokomariyê ji aliyê Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ve hat pêşwazîkirin.

 

Li gorî daxuyaniya Serokomariya Îranê, Ebadî û Ruhanî derbarê pêwendiyên navbera Bexda-Tehran,  rewşa siyasî ya Iraqê û deverê û herwiha mijara referanduma Herêma Kurdistanê bi hev re gotûbêj kirin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Ebadî di vê civînê de ji Ruhanî re gotiye: “Her tevgereke li Iraqê ku berovajiyê yekparçebûna welat be, neyasayî ye û nayê qebûlkirin.”

 

Hesen Ruhanî jî li ser heman mijarê axiviye û behsa yekparçeyiya xaka Iraqê kiriye û tekezî li ser parastina yekparçebûna xaka wî welatî kiriye.

 

Li gorî daxuyaniyê Ruhanî ji Ebadî re gotiye: “Her tevgerek ku yekîtî û yekparçebûna Iraqê lawaz bike, di berjewendiya ti kesî de nîne û nayê qrbûlkirin.”

 

Serokwezîrê Iraqê herwiha bi Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî re jî hevdîtin pêk anî.

 

Li gorî medyayên Îranê, Rêberê Îranê Elî Xaminêyî di vê hevdîtinê de behsa mijara giştpirsiya li Herêma Kurdistanê kiriye û bi tekezkirina li ser parastina yekparçeyiya Iraqê gotiye, ku Îran rê bi parçekirina Iraqê nade.

 

Xaminêyî herwiha ji Ebadî re gotiye: “Divê Iraq bi yekparçeyî bimîe û Îran li gel wan dengan nakok e, ku behsa giştpirsiyê û cudakirina beşek ji Iraqê dikin.”

 

Li gorî wan agahiyan, Xaminêyî diyar kiriye, ku dabeşkirina Iraqê ji aliyê Îranê ve nayê qebûlkirin û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî di bersivê de ragihandiye, ku dabeşkirina Iraqê karekî neyasayî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst