Hewlêr (Rûdaw) – Erebên sunnî yên Iraqê hewl didin xwe careke din birê bixin û encmûmenekê ji bo referandûmê pêk bînin. Serkirdeyekî sunnî jî dibêje: “Emê bi referandûmê paşeroja xwe diyar bikin.”
Piştî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, mijara referandûmê di nava sunniyên Irayê de jî rojeva referandûmê bi germî tê gotûbêjkirin. Beşek ji serkirdeyên sûnnî, bi armanca avakirina herêmeke xweser, lîjneyekî bilind ê referandûmê pêk tînin.
Serkirdeyê diyar ê erebên sunniyên Iraqê Rebî Elciwarî ji Rûdawê re ragihand: “Pêngava Kurdistanê hinek aliyên din jî hand ide da ku mafê çarenivîsa xwe çareser bikin. Beşekê zêde yê hikûmetên niha dictator in. Lewma giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dibe dee,riyek û destpêşxeriyek ji bo gelên din û herwiha welatên erebî.”
Sunniyên Iraqê çendîn caran hewldane navçeyênx we bikin herêmeke xweser lê ji ber nakokiyên navxwe serkeftî nebûne. Vê carê jî hinek serkirdeyên sunnî yên berî daxwaza herêmeke xweser dikirin, niha dijberiya vê herêmê dikin.
Serkirdeyê encûmena herêmkirina herêmkirina navçeyên sunnî Ela Elneşu ji Rûdawê re got: “Berî hinek hewldan hebûn lê serkeftî nebûn. Ji ber ku hinek aliyên sunnî li gelhikûmeta Iraqê ne û guh didin wan. Ev jî tê wateyê ku di destê Îranê de ne. Ew kesên berî daxwaza herêma sunnî dikirin niha li dijî disekinin.”
Erebên niha li Başûrê Kurdistanê ne, li hêviya demê ne, ku serkirdetiya wan herêmên wan jî ji destê hikûmeta Iraqê derbixin û bikin herêmeke xweser.
Serkeftina referandûma Başûrê Kurdistanê jî rê ji hinek aliyên din re vekirye da ku ew jî biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse