Iraqê berhema dîrokî ya ji serdema Aşûriyan maye ji Îtalyayê vegerand

18-06-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Berhema Dîrokî Îtalya Serdema Aşûriyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd ragihand ku wan berhema dîrokî ya ji serdema Aşûriyan maye ji Îtalyayê vegerand.

Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd li Bexdayê civîna rojnamavanî li dar xist û li ser serdana xwe ya hefteya çûyî ya Îtalyayê û berhema ji wir biriye Bexdayê daxuyanî da.

Ebdulletîf Reşîd spasiya karbidestên Îtalyan kir ku di vegerandina berhema dîrokî de bûn alîkar û wiha axivî, "Me berhema dîrokî ya bi salên dirêj li Îtalyayê bû, vegerand welat. Em dê vê perçeya berhema dîrokî radestî Muzeya Neteweyî bikin. Em hêvî dikin ku hemû berhemên wenda û yên hatine dizîn dê li welat bên vegerandin û li vir bên parastin."

Wezîrê Çand û Berhemên Dîrokî yê Iraqê Ehmed el-Bedranî jî diyar kir, berhema vegerandî ji serdema Aşûriyan a li bakurê Iraqê maye û wiha got, "Me berî niha jî ji welatên wekî Amerîka, Libnan û Misirê berhemên hatine dizîn, bi paş de anîbûn. Perçeyê berhema dîrokî ya navborî jî resen e."

Di daxuyaniya Wezareta Çandê ya Iraqê ya di 6ê Gulanê de hatibû ragihandin, Brîtanyayê 6 hezar berhemên dîrokî yên di sala 1993yan de ji bo lêkolînê wek demkî biribûn, vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst