Parlamenterên Besrayê bêyî petrodolar deng nadin projeyasaya bûdceyê

08-11-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Besra Parlamenterên Besrayê Merc Bûdce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterên parêzgeha Besrayê deng nadin, projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2019, eger ku daxwaziyên Besra û mafê wan ê petrodolarê têde nebin.

 

Nûnera Parêzgeha Besra li parlementoya Iraqê, Zehra Bicarî ragihand, parlementerên Besrayê deng nadin wê projeyasaya bûdceya ku hikûmeta Iraqê amade kiriye û şandiye parlamentoyê û da xuyakirin, ku pêwîst e ew projeyasa were sererastkirin û guhrtinên ku ew dixwazin, di projeyasayê de bêne encamdan.

 

Zehra Bicarî diyarkir, ku ji bo dengdan û pesendkirina projeyasaya bûdceya sala 2019ê, nûnerên parêzgeha Besrayê di parlamentoya Iraqê de merc hene û got, eger di wê projeyê de ji bo her bermîleke petrolê 5 dolar weke petroldolar û ji dahata deriyên sînorî 50% û pereyê projeyên stratîjîk ji bo Besra li xwe negre, ew deng nadin projeyasaya bûdceyê.

 

Ew parlementera Besra dibêje, parêzgeha Besra xêreke mezin dide Iraqê û piraniya petrola Iraqê ji wê parêzgehê tê berhemanîn û hinardekirin.

 

Zehra Bicarî herwiha tekez kiriye,  Besrayê di rêya parastina Iraqê de zêdetirî 2 hezar şehîd û bi hezaran birîndar û qurbaniyên din daye, lewma divê ev yek li ber çav bê girtin û mafên wê parêzgehê bêne dayîn.

 

Biryar e ji bo destkarîkirina projeyasaya bûdceya 2019an a Iraqê, komîteyeke hevbeş di navbera parlemento û hikûmeta Iraqê de were pêkanîn û di rûniştina roja duşemiya bê de veger û nevegerandina bûdceyê bo parlamentoyê were yekalîkirin.

 

Parêzgeha Besrayê ku dikeve başûrê Iraqê, xwediyê 25 kursiyên parlamentoya Iraqê ye, tevî ku ew parêzgeh bi saman û çavkaniyên xwe yên xwezayî û bi taybet petrol û gazê gelek dewlemend e, lê xelkê wê parêzgehê ji dest kêmiya xizmetguzariyan û heta nebûna ava paqij a vexwarinê, herwiha nebûna derfetên kar û rêjeya zêde ya gendeliyê dinalînin.

 

Li gorî projeyasaya bûdceya Iraqê, dahata Iraqê (dahatên ji petrolê û yên din) di 2019an de bi 105 trîliyon û 569 milyar û 686 milyon û 780 hezar dînar hatiye texmînkirin, ku ji wê rêjeyê 93 trîliyon û 741 milyar û 100 milyon û 400 hezar dînar dahata ji petrolê ye û 11 trîliyon û 828 milyar û 576 milyon û 470 hezar dînar ji dahatên din e.

 

Herwiha bûdce li ser esasê firotina rojane 3 milyon û 880 hezar bermîlên petrolê, ku 250 hezar bermîlên petrola Kurdistanê jî li xwe digire, hatiye danîn û di bûdceyê de nirxê her bermîleke petrolê jî bi 56 dolar hatiye hedabkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst