Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî pêkanîna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bi “fitne” bi nav dike û herwiha xwepêşandan û grevên herêmên suniyan jî bi heman şêweyê dibîne û dibêje: “Qonaxa dahatî, metirsîdar e.”
Serokê Fraksiyona Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî di merasîma sê saliya damezrandina Heşda Şeibî de axivî û di axaftina xwe de pêkanîna referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê weke “fitneya dabeşkirina Iraqê” bi nav kir.
Nûrî Malikî ku niha cîgirê serokomarê Iraqê ye got: “Konên grev û protestoyê projeyek bû li dijî yekîtiya Iraqê. Îro jî fitneya dabeşkirinê û referanduma bo biryardayîna çarenûsê, beşek ji wê projeyê ye.”
Malikî ji her kesî xwest: “Bi awayekî berfireh û çalak beşdarî hilbijartinan bibin, ji bo pêkanîna hikûmeteke piranî ku çareserî bike ew pirsgirêkên neyênî ku hikûmet ji destê wan dinale.”
Nûrî Malikî herwiha diyar kir: “Pêwîst e demildest hewldanan bikin yek û nakokiyan bidawî bînin. Çimku qonaxa dahatî metirsîdar e û pêwîstî bi hevkarî û hevdengî heye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse