Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum got, “Destûra nû li parlamentoyê bi 400 an zêdetir dengan jî were qebûlkirin, referandum mecbûrî ye.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojevek ji rojevên sereke “pêvajo” ye û piştî ku komeke gerîlayan çekên xwe şewitandin çav li gavên dewletê ne.
Yek ji mijarê ku herî zêde tên nîqaşkirin jî “destûreke nû” ye.
Mehmet Uçumê Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser mijarê diyar kir, nêrîna ku dibêje "di rojeva gel de daxwaza destûreke nû nîne", "tesbîteke vêl e ku daxwazên gel ên şoreşgerî û perspektîva paşerojê paşguh dike û ti bingeha wê ya rastî nîne."
Mehmet Uçum rojên borî bertek nîşanî îdiaya bi rengê “Xebatên destûra nû ji bo namzediya Erdogan tên xwestin" dabû û gotibû:
"Eger biryara hilbijartina pêşwext were dayîn, Erdogan dikare careke din bibe namzed."
Uçum parast ku ji bo destûra nû referandum pêwîst e û sedemên vê yekê wiha rave kirin:
"Divê Meclis wekî îradeya damezirîner a temsîlî, destûra nû li gorî rojeva herdemî ya destûrî ya gel û bi liberçavgirtina pêwîstiya erêkirina ji gel amade bike ku îradeya damezrîner a eslî ye.
Ji ber ku gel tenê bi erêkirina xwe dikare nîşan bide ka di navbera destûra ku ew xeyal dike û destûra nû ya ku Meclisê qebûl kiriye de lihevhatinek heye an na.
"Destûreke nû bê referandum nabe"
Mehmet Uçum pêdiviya referandûmeke ji bo “destûreke nû” jî wiha nirxand:
“Destûra nû li Parlamentoya Tirkiyeyê bi 400 an zêdetir dengan jî were qebûlkirin, du sedemên sereke yên mecbûriyeta referandumê hene:
1. Pêwîstiya temamkirina meşrûiyeta demokratîk bi erêkirina gel e ku îradeya damezrîner a eslî ye.
2. Pêwîstiya mafê gel ê çavdêriyê ye ku zanibe ka metneke hiqûqî ya li gorî têgihîştina siyasî ya destûrî ya gel, li Meclisê hatiye qebûlkirin an na.
Gotina dawî: Destûreke nû bê referandum nabe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse