Artêşa Iraqê navçeyeke din kontrol kir

17-11-2017
RÛDAW
Nîşan Artêş Iraq DAIŞ Enbar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlekariya Iraqê ji 3 milan ve ketin navçeya Rawa ya Enbarê û ji destê DAIŞê derxistin.

 

Çavkaniyekê ji Ragihandina Polîsên Enbarê ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên ewlekariyê ji bo ketina navçeya Rawayê pirek li ser rûbarê Feratê ava kirin û îro Înê 17-11-2017 jî dest bi operasyona kontrolkirina wê navçeyê kirin.”

 

Fermandarê operasyonên Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarellah jî ragihand, ku danê sibê hêzên ewlekariya Iraqê taxên Ebûkwe, Ebû Ubêd, Qadisiye û Ezîrşiyeyê kontrol kirine.

 

Piştî van daxuyaniyan ajansan ragihandin, ku artêşê bi temamî Rawa kontrol kirine.

 

Çavdêrên iraqî dibêjin, eger artêşa Rawayê kontrol bikin hê jî 18 hezar kilometer çargoşe xaka Iraqê di destê DAIŞê de dimînin, ku ew jî çol û biyabanên Enbar û Nînowayê ne, ku dike ji sedî 4ê axa Iraqê.

 

Hêjayê gotinê ye, ku roja Pênşemê 16-11-2017ê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, ku ji sedî 95ê xaka ku DAIŞê dagir kiribû, hatine rizgarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst