VÎDEO - Pêşmerge xwedî li sêwiyên Mûsilê derket

23-02-2017
RÛDAW
Zarokên sêwî yên Mûsilê ku di teqînekê de bavê xwe ji dest dane û dayika wan jî nediyar e.
Zarokên sêwî yên Mûsilê ku di teqînekê de bavê xwe ji dest dane û dayika wan jî nediyar e.
Nîşan Artêşa Iraqê Mûsil DAIŞ Zarok Sêwî Pêşmerge Kurdistan Şerê_Mûsilê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pêşmerge xwedî li 2 sêwiyên Mûsilê derket.

 

Roja 10ê vê mehê, DAIŞê li xwaringeheke qerebaliq a tax a Zehûr a bajarê Mûsilê êrîşeke xwekujiyê pêk anîbû. Bavê her du zarokan di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû û dayika wan jî birîndar bûbû. Li ser aqûbeta dayika wan a ku li cihê bûyerê birîndar bûbû, ti agahî nîne.

 

Yek ji wan zarokan 18 mehî û yek jî hêj 4 mehî ye. Ji ber ku ti kesekî wan tine ye, cîranên wan ew dane Artêşa Iraqê, lê wan jî zarokên reben, dane Pêşmergeyan û niha ew zarok li Kampa Hesen Şam in, ku di sînorê bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

 

Pêşmerge xwedî li zarokên sêwî derket û ew emanetî Komeleya Xêrxwazî ya Barzanî kirin. Ji wir jî ew zarok birin Saziya Xwedîlêderketina Zarokan.

 

Rêveberê Komeleya Xêrxwazî ya Barzanî Rizgar Ubêd ragihand, ew li hemû kampan yek bi yek mirov û xizmên zarokan geriyane û li kampeke Başûrê Kurdistanê dapîra zarokan dîtine.

 

Dapîra zarokan Xalide Muhsin 50 salî ye û bi keça xwe ya 16 salî, bûye 2 sal li kampeke Herêma Kurdistanê dimînin.

 

Berpirsyarên kampê ji ber zarokan, pîra wan jî ji konê kampê derxistine û danîne xaniyên kampê.

 

Niha zarok di bin çavdêriya tîmên tendirustiyê de ne û ji aliyê komeleya xêrxwaziyê ve xwarin û vexwar û pêwîstiyên wan ên din tên dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst