DAIŞiyê ku parêzgariya Enqereyê gotibû 'hatiye girtin' nehatiye girtin!

28-10-2023
RÛDAW
Nîşan Sabbah Alî Oruç Parêzgariya Enqereyê DAIŞ Zarok Kurd Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê DAIŞê Sabbah Ali Oruçê ku Parêzgariya Enqerê doh gotibû “hatiye girtin” nehatiya girtin.

Li Enqeraya paytexta Tirkiyeyê, Sibata 2021ê polîsan berpirsê DAIŞê Sabbah Alî Oruç desteser kir û zarokeke Êzidî ya ku wê demê 7 salî bû ji destê wê malbatê rizgar kir.

Zaroka Kurd a Ezidî wê demê ji bo parastinê radestî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hatibû kirin.

Li gorî nûçeya Arti Gerçekê, piştî berpirsê DAIŞê Sabbah Alî Oruç hat berdan zaroka Kurd a Êzidî careke din radestî malbata DAIŞî hat kirin.

Ev yek di medyaya civakî de bû sedema gelek nerazîbûnan.

Doza Sabbah Alî Oruçê DAIŞî, doh li 15emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat kirin.

Dadgehê derbarê Sabbah Ali Oruç de ku beşdarî rûniştina dozê nebû biryara girtinê da.

Parêzgariya Enqereyê li ser Sabbah Alî Oruç ragihand:

“Endamê DAIŞê Sabbah Alî Oruçê ku keça Êzidî ji Şengalê revand û xwest li ser malpera înternetê ya (dark web) bifroşe hat girtin.

Zaroka ku radestî malbata Sabbah Alî Oruç hatibû kirin careke din hat wergirtin û niha di bin parastinê de ye.”

Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî ya Tirkiyeyê jî derbarê mijarê de ragihand:

“Welatiyê biyanî S.O. li ser îdiayên li ser medyaya civakî ji aliyê Rêveberiya Ewlehiyê ya Enqereyê ve li mala xwe hatiye girtin.

Zaroka biyanî A.S.O. jî ji bo sûda wê ji aliyê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ve hatiye wergirtin û di bin parastinê de ye.”

“Nehatiye girtin”

Li gorî nûçeya Arti Gerçekê, Sabbah Ali Oruçê ku Parêzgariya Enqerê “girtina”wî ragihandibû nehatiye girtin.

Sabbah Ali Oruç roja 26ê Çiriya Pêşîn çûye qereqola polîsan û roja 27ê Çiriya Pêşîn çûye Dadgeha Enqerê û bi tohmeta “bazirganiya mirovan a navdewletî” îfade daye.

Dadgeh bi awayê nihênî birêve çû û dozê taloqî 8ê Kanûna Paşîn a 2024an kiriye.

Tevî ku di rûniştina 26ê Çiriya Pêşîn de derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, Sabbah Ali Oruç li qereqol û dadgehê nehatiye girtin.

Hevjîna Sabbah Ali Oruç li pêş dadgehê ji Arti Gerçekê re gotiye: “Hevjînê min nehatiye girtin û şeva borî polîs jî nehatine mala me.

Keçik li mala tiyê min bû û polîsan ji wê derê birin.”

Piştî temambûna dadgehê Sabbah Ali Oruç bi malbat û parêzerê xwe re ji dadgehê derket û çû malê.

Malbata DAIŞî sala 2017an keça Kurd a Êzdî jî ligel xwe revandibûn û biribûn Tirkiyê.

Piştî sala 2021ê li ser înternetê ragihandin ku dê keça Kurd a Êzdî bifroşin ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyeyê ve hatibûn desteserkirin.

Berpirsê DAIŞê Sabbah Ali Oruç piştî ku demekê di girtîgehê de ma careke din hatibû berdan.

piştî berpirsê DAIŞê Sabbah Alî Oruç hat berdan zaroka Kurd a Êzidî careke din radestî malbata DAIŞî hat kirin.

Keçik niha di bin parastina Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî ya Tirkiyeyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst