Li Mexmûre şerê Pêşmerge û artêşa Îraqê: Birîndar hene

22-10-2023
Nîşan Mexmûr Pêşmerge Şer Birîndar Artêşa Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer rû da.

Li gorî agahiyên Rûdawê, îro saet 16:00an li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derketiye.

Hat zanîn ku ji her du aliyan birîndar hene.

Hefteya borî PKKyê, li Mexmûrê çend xalên kontrolê radestî Hikûmeta Îraqê kiribûn.

Li gorî agahiyan şer di nava Pêşmergeyan û hêzên Îraqî yên li van xalan de rû daye.

Piştî şerê di navbera her du aliyan de, artêşa Îraqê hêzên xwe li xaleke kontrolê bi cih kirine.

PKKyê li navçeya Mexmûrê 4 xalên kontrolê yên li Çiyayê Qereçokê radestî artêşa Îraqê kirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ji bo karê teslîmkirinê berê peyman hatibû kirin.

Rayedarekî Îraqî ji Rûdawê re ragihand ku ev xalên kontrolê ji bo parastin û çavdêriya Kampa Mexmûrê hatibûn danîn.

Raydedarî Peşmergeyan jî li ser mijarê got, “Ev 4 xal li gorî peymanê hatin dewirkirin. Ji bo Kampa Mexmûrê bikeve kontrola Hikûmeta Îraqê, ev gav destpêk e.”

Raydedarî Peşmergeyan jî li ser mijarê got, “Ev 4 xal li gorî peymanê hatin dewirkirin. Ji bo Kampa Mexmûrê bikeve kontrola Hikûmeta Îraqê, ev gav destpêk e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst