Ebadî li dijî biryara referandumê li Kerkûkê derket

29-08-2017
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Kurdistan Referandum Iraq Heyder Ebadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî helwesta xwe derbarê biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya bo beşdarbûna wê parzêgehê di referanduma Başûrê Kurdistanê de aşkere kir û ragihand, ku biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê biryarekî şaş e.

 

Encumena Wezîran a Iraqê îro bi serokatiya Serokwezîr Heyder Ebadî civîna xwe ya asayî saz kir. Piştî civînê, êvariya îro Heyder Ebadî konfranseke rojnamevanî li dar xist û tê de li ser biryara îro ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya derbarê tevlibûna wê parêzgehê di referanduma Başûrê Kurdistanê de axivî.

 

Heyder Ebadî rexne li vê biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê girt û biryara vê encumenê weke “biryarekî şaş” bi nav kir.

 

Ebadî derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê de jî got, “ew referandum nedestûrî ye û ti nirxeke wê nîne.”

 

Îro sêşembiyê li ser daxwaza 23 endaman, Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji bo gotûbêjkirina mijara tevlibûna Kerkûkê di referanduma Herêma Kurdistanê de civiya û piştî gotûbêj û nirxandinan, bi piraniya dengan biryara da, ku ew parêzgeh beşdarî referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê bibe.

 

Di beşeke din a axavtina xwe de, Serokwezîrê Iraqê pîrozbayiya kontrolkirina navçeya Tileferê kir û serkevtina li Tileferê weke mizgîniya ji nav birina DAIŞê bi nav kir.

 

Heyder Ebadî diyar kir, ku ew dixwazin DAIŞê bi temamî ji nav bibin û da zanîn, ku veguhastina DAIŞê bo nêzîkî sînorê Iraqê nayê qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst