Pêşangeha Çînê li 12 welatan dest pê kir

02-06-2018
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Nîşan pêşangeh Çîn Stenbol
A+ A-

Stenbolê (Rûdaw) - Pêşangeha Çînê ya ku her sal di heman demê de li 12 welatan birêve diçe li Stenbolê jî destpêkir.

 

Di çarçoveya pêşangehê de nêzikî 800 kompaniyên Çînê standên xwe vekirin. Ji tekstîlê ta, xwarinê, ji pîşesaziyê ta kelûpelên navmalî her cûre berhemê Çînê jî li van standan têne danîn.


Pêşengeha ku dê 3 rojan berdewam bike mazûbaniya bi hezaran kesî dike. Karsaz û veberhênarê Çînî û yên Tirkiyeyî jî danûstandinên berfireh dikin. Çîn hewl dide ku li hemberî Amerîkayê di her qadên jiyanê de pêşbikeve û hemû welatan jî bike partnerê xwe.


Derbarê pêşangehê de Berpirsê Pêşengehê Binû Pillaî ji Rûdaw re wiha got: “Bi saya van pêşengehên wiha em derfetên mezin bidest dixin ku berhemên xwe li tevahiya welatan bidin nasandin. Hewla welatê me ew e da ku li her welat û her malê berhebên me hebin. Tirikey jî partnerek me ya gelekî grînge. Ji bo aboriya welatê me jî ew derfetek baş e û ji bo wan welatên ku em kar pê re dikin jî dahatek gelekî baş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst