Li Stenbolê 96 koçber hatin desteserkirin

16-06-2023
Mihemed Emin Demir
Nîşan Stenbol Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, 96 koçber hatin desteserkirin û bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Stenbolê hatin radestkirin.

Li Tirkiyê, helwesta hikûmeta nû li hember koçberan guheriye û zexta li ser wan zêde bûye.

Li Stenbolê roja 16ê Hezîranê di operasyonên polîs de li çend malên cuda 96 koçber hatin desteserkirin.

Koçberên hatin desteserkirin bo paş de vegerandina welatê wan bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Stenbolê hatin radestkirin.

Herwiha 2 welatiyên Tirkiyê, ku xaniyê xwe bi kirê dabûn koçberan hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst