Li Çewligê lehî: Gelek kargeh di bin avê de man

16-06-2023
Mihemed Emin Demir
Nîşan Stenbol Koçber Desteserkirin Çewlig Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber barana gur lehî rabû û hejmarek kargeh di bin avê de man.

Li Bakurê Kurdistanê tevî hatina havînê baran û şilî berdewam e. Li Çewligê roja 15ê Hezîranê piştî barana gur li herêma pîşesaziya biçûk lehî rabû û gelek kargeh di bin avê de man.

Herwiha Ji ber lehiyê gelek kargehan zerar dît. Ji ber ku avrêj xetimîn ava li kargehan bi zehmetî hat valakirin.

Li heman herêmê îsal duyemîn car e lehî rabû û xwediyên kargehan ji berpirsên daxwaz kirin, ji bo ku lehî dubare nebin tedbîrên pêwîst werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst