Enqere bo Şamê: Emê hemû tedbîran bistînin

18-01-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sûriye Efrîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin li ser hişyariya Sûriyê ya derbarê operasyona Efrînê de ragihand ku Tirkiye dê hemû tedbîrên xwe bistîne.

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad, ragihandibû ku her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê bo ser bajarê Efrînê dê wek êrîş bê nirxandin.

 

Mîqdad herwiha gotibû: “Eger firokeyên şer ên Tirkiyê hewldana êrîşekê bikin hêzên parastina hewayî yên Sûriyê amade ne her firokeyeke Tirkiyê ji nav bibin.”

 

Piştî vê daxuyaniyê, Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin di civîneke çapemeniyê de li ser operasyona Efrînê got: “Tirkiyê tedbîrên bi her awayî yên li dijî asayişa netewî bibin gef standine û bi hemû awayekî tedbîrên xwe werdigire. Ev dibe li Efrînê be yan Minbicê. Tirkiye bêyî ku ji ti kesî destûrê werbigire, bi awayekî ku dem, cih û şêwaza wan bi xwe diyar bike, dê standina tedbîran bidomîne.”

 

Îbrahim Kalin wiha axifî: “Li Efrîn, Minbic, Cerablus an jî li deverên din, pêngavên Tirkiyê ji bo parastina ewlekariya wê bi xwe ne, bi ti awayî ne li dijî Kurdên Sûriyê ne.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst