SÛRIYE - Ciwanekî Kurd di êrişa Îsraîlê de canê xwe ji dest da

28-10-2023
Hisên Omer
Bedrî Beşîr Qasim
Bedrî Beşîr Qasim
Nîşan Bedrî Beşîr Qasim Kurdê Êzidî Îsraîl Sûriye Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Îsraîlê yên li ser pêgehên Artêşa Sûriyeyê yên li parêzgeha Deraayê de, leşkerekî Kurd ê ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hate kuştin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, Îsraîlê roja çarşemê li parêzgeha Deraayê êrişî hêzên Sûriyeyê kiribû.

Di wê erişê de ciwanekî Kurd ê bi navê Bedrî Beşîr Qasim ê 23 salî canê xwe ji dest daye.

Bedrî Beşîr Qasimê ku di artêşa Sûriyeyê de xezmeta leşkeriya mecbûrî dikir, Kurdekî Êzidî ye û ji gundê Qitmê yê herêma Efrînê bûye.

Li gorî xizmên Bedrî Beşîr Qasim, wî di nav Firqeya Pêncem a Artêşa Sûriyeyê de xizmeta leşkeriyê dikir.

Medyaya fermî ya Hikûmeta Sûriyeyê ragihandibû ku artêşa Îsraîlê, çarşema borî li Deraayê êrişî hêzên wan kiriye.

Di vê êrişa esmanî ya li Deraayê de 8 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatibûn kuştin û 7 leşker jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst