Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Encûmena Atlantîk: Pêwîste Amerîka di parçebûna Iraqê de bê alî be

Ji aliyê RÛDAW 7-6-2017
Serokê Herêma Kurdistanê mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî
Serokê Herêma Kurdistanê mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Rûdaw (Rûdaw) – Tîma Encûmena Atlantîkê ya ji bo lêkolîna li ser paşeroja Iraqê hatibû erkdarkirin (Task Force on the Future of Iraq), bi serpereştiya balyozê berî yê Amerîkayê li Iraqê Ryan Crocker, derbarê paşeroja Iraqê, asoya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de raporek amade kir. Armanca sereke ya vê raporê, destnîşankirina siyaset, berjewendî û giringiyên Amerîkayê yên li Iraqê ye.

 

Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê

 

Beşekê raporê ji bo pêwendiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye terxankirin. Di vê beşê de tê gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye, ku ji aliyê Bexdayê ve ew bûne qurbanî. Bexda jî dibêje, ku hikûmeta Hewlêrê wan ji bo berjewendiyên xwe bikartîne.”

 

Tîma amadekarê raporê  dibêje: “Berdewambûna vê pêwendiya aloz ne di berjewendiya Bexdayê, ne ya Hewlêrê û ne jî di berjwendiya Amerîkayê de ye.

 

Tê pêşbînîkirin, ku payîza îsal li Herêma Kurdistanê referandûm werekirin. Derbarê vê yekê de rapor amaje bi wê yekê dike: “Ti guman tê de nînin, ku piraniya kurdên Iraqê daxwaza damezrandina dewletekî serbixwe dikin. Lê di navbera kurdan de liser dem û çawaniya referandûmê û avakirina dewletê nakokî hene.”

 

Tîma raspartî serdana Hewlêr, Silêmanî û Bexdayê kiriye û ligel berpirsên Hewlêr û bexdayê civiyane, ku ew jî dibêjin: “Divê prose bi şêweyekî be, ku di warê aborî û ewlekariyê de pêwendiyên Kurdistana serbixwe û Iraqê pir nêzîk bin.”

 

Li gorî amadekarên raporê, di navbera Bexda û Hewlêrê  de du pirose dê hebin, ku yek ji wan demdirêjî û ya din jî demkurtî ye: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku bi damezrandina dewleteke serbixwe ve eleqeder in, weke mînak pirsgirêka sînoran, ya petrolê, çarenivîsa Kerkûkê û herêmên nakokî liser hene, pêwîstî bi proseyeke demdirêj heye. Herwiha li kêleka wê, proseyekî demkurt jî dê hebe, ku foksê bixe ser pirsgirêkên demkî, parvekirina dahatên petrolê, hevkariya leşkerî û ewlekariyê ya di navbera aliyan de, aramiya navçeyên bi nakok.”

 

Di raporê de tê gotin, ku herdu alî amade ne ji bo gotûbêjkirina cihêbûnê komîteyekî hevbeş a danûstandinan avabikin. Herwiha rapor dibêje: “Mijara parvekirina dahatan û herêmên bi nakok du mijarên sereke ne, ku divê di demdirêjiyê de werin gotûbêjkirin.”

 

Rapor pêşniyar dike, ku Bexda hinek zêdetir alîkarî û çavderiya rewşa koçberan bigre ser milê xwe ku piraniya wan niha li Kurdistanê dimînin. Herwiha hikûmeta Hewlêr û Bexdayê dikarin hêzên xwe ji herêmên bi nakok vekişin, zêdetir otonoımî bidin van herêman da ku xwe bi xwe biparêzin.

 

Weke navbeynkar Amerîka dikare çi bike?

 

Li gorî nêrîna tîma rapora Encûmena Atlantîkê, pêşniyarên ji bo Amerîkayê wiha ne:

 

Amerîka dikare Iraq û Herêma Kurdistanê han bide da ku zêdeti hevkariya hev bikin. Weke mînak dikare piştgiriyê bdie projeyên demdirêj ên hevbeş ên Hewlêr û Bexdayê, yên ji bo binesaziya navçeyên nakok.

 

Amerîka û hevpeymanên wî dikarin rêkeftina parvekirina dahatê ya di navbera Bexda û Hewlerê de zindî bikin.

 

Rapor bale dikişe ser wê yekê, ku divê partiyên siyasî yên kurdî bi lîsteyekî daxwazên xwe ji Bexdayê re darêjin.

 

Rapor vê yekê bibîr tîne, ku di Tebaxa 2016ê de bi hewla Amerîkayê, di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê de liser firotin û dahata Kerkûkê rêkeftin hate kirin. Ji bo vê hewla Amerîkayê tê gotin; “Encamên wê biçûk lê berçav bûn.”

 

Li ser hinardekirina petrola Kurdistanê tîma Encûmena Atlantîk dibêje: “Dibe çareseriya pirsgirêkan wiha pêdivî bike, ku em vê rastiyê qebûl bikin. Herêma Kurdistanê dê bi awayekî serbixwe berdewam bike û petrolê hinarde bike. Ji aliyê sembolîk ve ji bo hikûmeta Kurdistanê û herwiha hewlên kurdan ên ji bo bidestxistina mafê çarenivîsa xwe, giring e.”

 

Di dawiya vê beşê de wiha tê gotin: “Beşdarbûna Amerîkayê xalekî cewherî ye. Lê di mijara parçebûna Iraqê de, pêwîst nake Amerîka ne li dijî serxwebûna Kurdistanê û ne jî di berjewendiya wê de helwest werbigre.”

 

Aloziya li Iraqê û berjwendiyên Amerîkayê

 

Niha siyaseta serke ya Amerîkayê li Iraqê têkbirina DAIŞê ye. Çimkî ev grûp rasterast li ser ewlekariya Amerîka û hevpeymanên wî gef e.

 

Berpirsekî bilind ê hikûmeta Amerîkayê ji tîma Encûmena Atlantîkê re gotiye: “Çaksaziyan ji bîr bikin û giringê bidin ser şerê DAIŞê.” Lê amadekarên raporê dibêjin, çaksaziyên hikûmraniyê rasterast bandorê li şerê têkbirina DAIŞê dike.  Lewma divê siyaseta çaksaziyê li kêleka şerê li dijî terorê were birêvebirin.

 

Rapor dibêje: “Iraq bûye sedeme sereke ya ne aramiya Rojhilata Navîn. Alogorên li vî welatî raste rast bandore li welatên din jî dike. Herêmên bê kontrol bûne sîh û meskenê komên tundrew û kûrbûneke stratejîk daye wan. Herwiha hebûna mîlîsên şîe li Iraq û Sûriyê pirsgirêka van herdu welatan kûrtir dike. Lawazbûna ewlekariyê li Iraqê, çalakiyên bazirganî û pêşveçûna projeyan jî ragirtiye.”

 

Desthilata Îranê ya li Iraqê

 

Yek ji wan xalên, ku amadekarên raporê bi nîgeranî behs dikin, serweriya Îranê ya li Iraqê ye. Li gorî raporê bi vê siyaseta Îranê re Iraq dikeve navbera Îran û Erebîstana Siûdî û guhertinên li Iraqê jî dibe sedema pevçûna Riyad û Tehranê.

 

Rapor amaje bi wê yekê dike, ku pêşveçûna serweriya Îranê ya li Iraqê balansa desthilatê ji aliyê Îranê ve şkînandiye, Îran bi germ û gurekî zêdetir pişgirî dide çekdarên tundrew ên li herêmê.

 

Li gorî rapora Encûmena Atlantîkê Îranê Iraqê weke xeta yekemîn a berevaniya xwe dibîne, lewma sermayeyekî zêde veguhestiye vî welatî da ku parastina desthilata xwe ya li vî welatî misoger bike.

 

Encûmena Atlantîkê dibêje: “Îran bi lawazkirina Artêşa Iraqê, ji aliyê aborî ve qazanc bidest dixe û bandore li ser piroseya siyasî ya Iraqê dike. Bihêzbûna pêgeha Îranê li Iraqê dihêle ku desthilata xwe ya liser Rojhilata Navîn jî belav bike. Lewma çalakiyên Îranê seqamgirî û aramiya herêmê têvlîhev dikin û ziyanê didin berjwendiyên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn.”

 

Rapor pêşniyar dike, ku Amerîka dikare berawirdê Îranê ji Iraqê re bibe hevpeymanekî baş, alîkariyê bide rêveberiya Bexdayê, di warê aborî û teknîkî de alîkariyê pêşkeş bike, lojîstîka leşkerî û ewlekariya Iraqê pêşbixe.

 

Piraniya berpirsên iraqî jî ji tîma amadekarên raporê re gotine: “Piştî ku Amerîka di sala 2011ê de ji Iraqê vekişiyaye, ev yek bi serê welat de hatiye. Lewma şîe, sûnne, kurd û kêmîneyên din ên Iraqê hêvîkirine, ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî û dîplomatîk a li Iraqê berdewam bike.”

 

Hukumraniyeke baş weke amraza têkbirina DAIŞê

 

Rapor destnîşan dike, ku ji bo têkbirina grûbên tundrew, pêwîste li Iraqê piştgiriya hikûmetekî çalak, berpisiyar û rewa werekirin. Lewma jî divê pêngavên demkurtî û demdirêjî hebin.  

 

Di pêngava demkurt de divê hilbijartinên civata parêzgehan a Iraqê werin kirin, ku biryare di Îlona 2017ê de werekirin, herwiha hilbijartinên parlamentoyê werin kirin, ku tê pêşbînîkirin di Nîsana 2018ê de werin kirin.

 

Ev herdu hilbijartin dibin yekemîn hilbijartinên Iraqê yên piştî nemana DAIŞê. Lewma rapor dibêje: “Divê ev hilbijartin wesa bin, ku hemû Iraqî hilbijartinê rewa bibînin. Ev yek dê bibe derfeta çareserkirina pirsgirêkên di navbera civatên cuda yên Iraqê de.  

 

Di raporê de behsa sê pirsgirêkên li pêşiya rewabûna hilbijartinan dikin:

 

Ya yekemîn, serbixwebûna Komîsyona Bilind a Hilbijartinan.

 

Duyemîn: Aliyên siyasî û Heşda Şeibî nehêlin xelk bi azadane herin ser sindoqan.

 

Sêyemîn: Dibe koçber û penaber nekarin beşdarî hilbijartinan bibin.

 

Pêngavên demdirêjî wiha hatine destnîşankirin; bihêzkirina pêwendiyên dewlet û gel de, tekoşîna li dijî gendeliyê, pêşxistina şefafiyeta girêbestan, çavdêrîkirina xerc û darayî ya berpirsên Iraqê, ji bo xweparastin û xwebirêvebirinê, desthilateke zêdetir dayîna parêzgehan.

 

Çaksaziyên Herêma Kurdistanê

 

Rapora Encûmena Atlantîk tekez dike, ku pêwîste Amerîka hikûmeta Herêma Kurdistanê hanbide da ku çaksaziyan bike û diyar dike: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê mîna ya Iraqê di destê kêmasiyên îdarî û dinale. Di warê ewlekariyê de Herêma Kurdistanê ji bo veberhênerên biyanî xwedan jîngeheke aramtir e. Lê rênimayên îdarî û gendelî, ji bo karsazên biyanî û navxwe jî dibe pirsgirêk.”

 

Rapor amaje bi wê yekê dike, ku qeyrana darayî û paşkeftina meaşan destê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî girêdide. Hebûna milyonek û 800 hezar koçberan guvaşê liser xizmetgûzariyan çêdike. Ji ber krîza darayî û hewldana kêmkirina xercan, 4 hezar projeyên binesaziy3e hatine sekinandin.

 

Li gorî amadekarên raporê, sîstema paşkeftina meaşan zirar daye siyaseta geşedana aborî ya hikûmetê û baweriya xelkê ya li hember hikûmetê. Herwiha, vê yekê jî eşkere dike, ku divê di sekr-tora îdarî û aborî de çaksazî werin kirin daku xelk careke din baweriya xwe bi hikûmetê bîne.

 

Tîma raporê dibêje; “Çaksaziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek pêşkeftin jî derxistine holê, bi taybetî jî di warê şefafkirina kerta petrol û kerta darayî.”

 

Rapor behsa nexşerêya Banka Cîhanî ya ji bo Kurdistanê dike û pêşniyar dike, ku Amerîka û hevpeymaniya navdewletî pişgiriyê bidin nexşerêya Banka Cîhanî. Herwiha ji bo cîbicîkirina vê nexşerêyê û çaksaziyan hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.719 seconds