Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên got, "Em ji bo serxwebûna enerjiyê dixebitin lê em girêdayî gaza Îranê ne."
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên di serdana xwe ya ji Washingtonê de bi rayedarên Amerîkî re gelek hevdîtin pêk anîn.
Fuad Husên ragihand ku di çarçoveya serdana xwe de behsa hinartina gazê, hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê û aliyên aborî, ewlehî û siyasî yên têkiliyên dualî hatiye kirin.
Husên li Washingtonê di daxuyaniya xwe ya ji rojnamegeran re de got, "Ez bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî, rayedarên Wezareta Xezîneyê û kesên di nav birêvebiriyê û derveyê wê de civiyam."
Husên derbarê naveroka hevdîtinan de got, "Her hevdîtinek mijarên cuda dihewandin.
Li Wezareta Xezîneyê aborî, li Qesra Spî ewlehî û li cihên din rewşa herêmê, Sûriye, gotûbêjên di navbera Îran û Amerîkayê de hatin nîqaşkirin."
"Serdan ne girêdayî gotûbêjên navbera Îran û Amerîkayê ye"
Wezîr Husên teqez kir ku serdana wî rasterast ne girêdayî gotûbêjên di navbera Îran û Amerîkayê de ye.
Husên got, "Ev gotûbêj ji xwe berdewam dikin. Me rewşa heyî û civînên paşerojê gotûbêj kirin.
Di navbera Îraq û Amerîkayê de hevdîtinên ku jê re diyaloga stratejîk tê gotin, tên plankirin.
Ez hêvîdar im ku di du mehên pêş me de pêk bên. Heta niha çar civîn hatine lidarxistin."
Hewldanên ji bo hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê berdewam dikin
Husên li ser mijara hinardekirina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê jî got:
"Hinartina petrolê ya bi rêya xeta boriyê ji Herêma Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve jî beşeke gotûbêjên me bû.
Min derfet dît ku bi du şirketên ku di vê qadê de kar dikin re bicivim."
Husên destnîşan kir ku ew ji nêrînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar e û got ku bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re axiviye.
Wezîr diyar kir ku ew ji helwesta Hikûmeta Îraqê jî hayedar e û got:
"Em hewl didin ku nêrînên hemû aliyan nêzîkî hev bikin, pirsgirêkan çareser bikin û dubare dest bi hinardekirina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê bikin.
Ez hîn nikarim bibêjim 'hinartina petrolê dest pê kiriye', lê em di vê mijarê de bi awayekî çalak dixebitin."
"Amerîka dixwaze em di warê gazê de serbixwe bin"
Husên bersiva pirsa li ser enerjiyê ya Nûnerê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde da û got ku armanca Îraqê serxwebûna enerjiyê ye, lê di vê qadê de zehmetiyan dibînin.
Husên da zanîn, "Em di mijarên hinardekirina gazê de girêdayî Îranê ne.
Ji sedî 30-33yê berhemanîna me ya elektrîkê girêdayî gaza Îranê ye.
Amerîka ji Hikûmeta Îraqê di qada enerjiyê de xwebsbesînê hêvî dike."
Husên destnîşan kir ku Îraq dest bi veberhênanên ji bo berhemhênana gaza navxweyî kiriye û bipêşketin tê tomarkirin û got:
"Em bi şirketên navneteweyî re peymanan îmze dikin ji bo berhemanîna gaza şil.
Lê dibe ku ev pêvajo 3-4 salan biajo. Wê demê Îraq dê bikaribe di qada enerjiyê de serbixwe be."
Gavên nû di warê hawirdekirina elektrîkê de
Husên, planên xwe yên ji bo zêdekirina hawirdekirina elektrîkê ji Tirkiyeyê parve kir.
Husên got: "Di dema niha de em 300 megawat elektrîk ji Tirkiyeyê hawirde dikin" û wiha dom kir:
"Me li hev kir da ku vê hejmarê derxin 600 megawat û piştre jî 800 megawat."
Her wiha, Wezîr da zanîn ku ew ji welatên Konseya Hevkariya Kendavê 400 megawat û ji Urdunê jî 100 megawat elektrîkê hawirde dikin û tekez kir ku ji bo xweseriya temam pêdivî bi demê heye.
"Ji bo aştiya herêmê divê Îraq li derveyî şer bimîne"
Ewlehiya Îraqê û aramiya herêmî jî di hevdîtinan de derketin pêş.
Husên got: "Îraq niha aram û ewle ye lê ev rewş ne tenê bi dînamîkên navxweyî ve lê belkî bi bipêşketinên herêmî ve jî girêdayî ye.
Ji bo ku Îraq ji agirê şer dûr were girtin hevdîtin pêk hatin."
Wezîr di derbarê muzakereyên Îran-Amerîkayê de jî axivî û ragihand ku ev hevdîtin bi navbeynkariya Hikûmeta Umanê berdewam dikin û Îraq jî piştgiriyê dide vê pêvajoyê.
Husêyn got: "Peymanek di navbera Amerîka û Îranê de divê ne li dijî berjewendiyên aliyên sêyem be.
Ev yek dê bibe sedema aramiya herêmê û dê bandoreke erênî li Îraqê jî bike."
"Ez geşbîn im li ser mijara mûçeyan lê pirsgirêkên darayî hene"
Husên li ser pirsgirêkên mûçeyên karmendên li Herêma Kurdistanê jî axivî û got:
"Mûçeyên berê hatine dayîn, ne rast e ku bibêjin 'nehatine dayîn'. Pirsgirêk hene, lê em ji bo çareserkirina wan kar dikin.
Pirsgirêk bi lîsteyên navan û helwestên hinekî ve girêdayî ne. Ez geşbîn im lê pirsgirêkên darayî yên Îraqê jî hene û bihayên petrolê daketine."
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Husêyn li gotinên xwe zêde kir ku piştî serdana Washingtonê ew dê here Umanê û hevdîtinên xwe bidomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse