Barbara Leaf: Divê Îraq rê nede ti aliyî ku tevlî nakokiya Îran û Îsraîlê bibe

14-06-2025
RÛDAW
Barbara Leaf bû mêvana Şaho Emîn /Wêne: Rûdaw
Barbara Leaf bû mêvana Şaho Emîn /Wêne: Rûdaw
Nîşan Barbara Leaf Îran Îsraîl Amerîka Kurdistan
A+ A-

Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Barbara Leafê ragihand, pêwîst e Hikûmeta Îraqê rê nede ti alî êrişî berjewendiyên Amerîka û welatên rojava bike, da ku Îraq nekeve nav nakokiya di navbera Îran û Îsraîlê de.

Barbara Leafê got, "Karê herî baş ê ku Hikûmeta Îraqê niha dikare bike ew e ku piştrast bibe ku ti kes li nav Îraqê hewl nede ku bi rêya êrişkirina ser karmend, hêz û dezgehên Amerîkayê, çi dezgeh bin an tiştekî din be, tevlî vê nakokiyê bibe."

Leafê her wiha got, "Pêwîst e Îraq di pêwendiyeke berdewam û asta bilind de li gel Waşingtonê be. Hebûna peyameke ku Îraq ne beşek ji vê nakokiyê ye, peyameke eşkere ya girîng e, lê ya girîng ew e ku Îraq wek hikûmet di rastiyê de çi dike ji bo ku piştrast bibe ku ti alî êrişî Amerîkî yan Rojavayiyan nake."

Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser şerî Îsraîl û Îranê û rewaş Îraqê pirsên Şaho Emîn bersivandin.

Rûdaw: Xelk ditirse ev şer herêmê bike agir, ev rewş dê ber bi kû ve biçe? Şer dê kîjan cihan li xwe bigire? Li gorî we, dê Kurdistan di vî şerî de selamet be?

Barbara Leaf: Em niha di qonaxeke wisa de ne ku tê de nezelaliyeke mezin heye. Nezelalî di radeya operasyona leşkerî de heye, nezelalî heye ka dê Îran ji bilî van êrişên mûşekî bi çi awayekî din bertekê nîşan bide. Her wiha nezelalî heye ku birêvebiriya Amerîkayê dê çawa bixebite yan nexebite ji bo kontrolkirina vê nakokiyê. Ev hejmarek pirsên girîng ên çend rojên pêş me ne.

Rûdaw: Li gorî we, dê pêtên vî agirî bigihêjin Kurdistanê? Divê xelkê Kurdistanê nîgeran be?

Barbara Leaf: Ev pirseke gelekî baş e. Xwezî min bikarîba bi awayekî misoger bigota ku ev nakokî dê bandorê li Kurdistana Îraqê neke lê ev yek ji wan tiştan e ku nayê zanîn dê çawa bibe. Mixabin, me berê dîtiye, mîlîsên Îraqê di dema zêdebûna aloziyan de di navbera Îsraîl û welatên din de, me dît ku wan mîlîsan ji nav Herêma Kurdistanê êriş dikir, yan jî êrişî Herêma Kurdistanê dikir. Hêvîdar im vê carê wisa nebe. Bêguman, firîna çekan di nav qada asmanî ya Îraqê de îhtîmala wê yekê heye ku hin wêraniyê li dû xwe bihêle.

Rûdaw: Tehran dibêje, eger Amerîka li dijî me piştgiriya Îsraîlê bike, em ê jî li berjewendiyên Amerîkayê bidin. Eger Îran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê û Îraqê bike, li gorî we dê Amerîka tevlî şer bibe?

Barbara Leaf: Heta niha me hin peyamên zelal ji birêveberiya (Amerîkayê) dîtine, di nav wan de ji Wezîrê Karên Derve û Serok bi xwe ku her çend Amerîka hay ji niyeta Îsraîlê hebû û di warê parastinê de alîkariya (Îsraîlê) dike, lê di vê demê de ti planeke wê nîne ku tevlî şerekî êrişkar bibe.

Ji aliyekî din ve, berpirsên pilebilind, di nav wan de Serok, hişyariyên pir zelal dane ku eger Îran hewl bide êrişî karmend û hêzên Amerîkayê, yan jî dezgehên Amerîkayê bike, li kû derê be bila bibe, dê encamên wê yên pir tund ji bo Îranê bi xwe hebin.

Rûdaw: Divê Îraq çi bike ji bo ku ji vî şerî dûr be?

Barbara Leaf: Bi baweriya min tişta herî baş ku Hikûmeta Îraqê niha dikare bike, ew e ku piştrast bibe ku ti kesek li nav Îraqê hewl nede ku bi rêya êrişkirina ser karmend, hêz û dezgehên Amerîkayê, çi dezgeh bin an tiştekî din be, tevlî vê nakokiyê bibe.

Her wiha pêwîst e Îraq di pêwendiyeke berdewam û di asta bilind de be li gel Washingtonê. Hebûna peyameke ku Îraq ne beşek ji vê nakokiyê ye, peyameke eşkere ya girîng e, lê ya girîng ew e ku Îraq wek hikûmet di rastiyê de çi dike ji bo ku piştrast bibe ku ti aliyek êrişî Amerîkî yan Rojavayiyan nake.

Rûdaw: Bi baweriya we senaryoya herî metirsîdar a vî şerî çi ye? Gelo ev şer dê demkurt be yan dê gelek dirêj bike?

Barbara Leaf: Mixabin gelek hene ku mirov behsa wan bike. Gelek senaryoyên metirsîdar ên pêşbînîkirî hene, lê îhtimala hin ji wan pir kêm e. Lê her tim di vî cureyê nakokiyan de metirsiya wê heye ku alozî zêdetir bibin, metirsiya wê heye ku her aliyek berî yê din aloziyan zêdetir bike.

Bêguman di vê gavê de şiyanên Îranê gelek hatine lawazkirin, lê Îran xwedî dîrokeke dûr û dirêj e di bikaranîna amûrên din de ji bo tolhildanê ji welat û hikûmetên din, çi bi terorkirinê be yan bi êrişkirina ser balyozxanan. Ji ber vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku em di qonaxeke pir nezelal de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst