Putin, Erdogan û Ruhanî îro li Soçî rewşa Sûriyê gotûbêj dikin

14-02-2019
RÛDAW
Civîna Lûtkeya Soçî îro tê lidarxistin.
Civîna Lûtkeya Soçî îro tê lidarxistin.
Nîşan Soçî Rûsya Îran Tirkiye Sûriye Putin Erdogan Ruhanî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Îro hersê welatên ku bi welatên garantor di krîza Sûriyê de tên naskirin, wate Rûsya, Îran û Tirkiye li bajarê Soçî yê Rûsyayê dicivin, û dawî rewşa kirîza Sûriyê û geşedanên li wî welatî gotûbêj dikin.

 

Putin, Erdogan û Ruhanî dê di civîna lûtke ya Soçî de, rewşa Idlibê, avakirina navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê û herwiha hewlên ji bo pêkanîna komîteya nivîsandina Destûra Sûriyê gotûbêj bikin.

 

Şirovekarên siyasî yên Rûsî di wê baweriyê de ne, ku dê ev civîn ne weke civînên berê bin, û dê biryarên giring di wê civînê de bêne ragihandin.

 

Her di çarçoveya Lûtkeya Soçî de, Serokê Rûsya Vladimir Putin bi cuda li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî dicive û tê çaverêkirin ku hersê welat li ser berdewambûna hevahengiya navbera xwe li hev bikin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Moskowê, Xalid Husên ragihand, biryar demjimêr 11:00ê îro berî nîvro Lûtkeya Soçî li peravên Deryeya Reş di navbera serokên hersê welatên garantor di krîza Sûriyê de bê lidarxistin.

 

Peyamnêrê Rûdawê got, birêveçûna vê civînê di navbera Putin, Erdogan û Ruhanî gelek giring tê dîtin, û giringiya vê carê jî ji ber wê yekê ye ku tê çaverêkirin, biryarên giring derbarê rewşa Sûriyê de bêne dan.

 


Tê çaverêkirin, li cihê wê civîna ku biryar bû li Astana di navbera aliyên hikûmeta Sûriyê û opozisyonê û hersê welatên garantor li Sûriyê û Netewên Yekgirtî were sazkirin, li Soçiyê û di vê civîna lûtkeyê de biryarên zelal û çarenivîssaz bêne ragihandin û dibe ku yek ji wan biryaran, li ser pirsa pêkanîna komîteyekê bo nivîsandin û amadekirina destûra nû ya Sûriyê be.

 

Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Enqerê, Şewket Herkî jî derbarê birêveçûna Lûtkeya Soçî de ragihand: “Tirkiye sê mijaran dibe Lûtkeya Soçiyê û li ser wan sê mijaran dê gotûbêjan bike; mijara sereke jî ku him ji bo Rûsyayê mijara sereke ye, pirsa Idlibê ye. Tirkiye dixwaze nakokiyên xwe yên li gel Rûsyayê li ser Idlibê çareser bike. Tirkiye naxwaze rasterast behsa operasyonekê bo ser Idlibê bike. Wiha dixuye ku Tirkiye hinek altenatîvên nû radestî Rûsyayê bike û pêşniyar bike li ser wan alternatîvan kar bê kirin, yek ji wan jî ev e ku Tirkiye dixwaze hêzên Desteya Tehrîr El-Şam weke hêzeke siyasî bê qebûlkirin û di proseya çareseriya Sûriyê de rola wê hebe”.

 


Pirsa Minbicê û avakirina navçeyeke aram li rojhilatê Firatê jî di civîna lûtkeyê de tê gotûbêjkirin û Tirkiye dixwaze di vê proseyê de Rûsya piştgiriya wê bike.

 



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst