Di navbera Tirkiye û Îranê de 10 peyman hatin îmzekirin

24-01-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îran Erdogan Îbrahîm Reîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di navbera Tirkiye û Îranê de têkildarî mijarên wekî enerjî, herêmên azad, medya, çand, veguhastina rêyên hesinî û qebûlkirina ehliyetên hevdû 10 peyman hatin îmzekirin.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro bi mebesta hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û beşdarbûna di 8emîn Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Îranê de çû Enqereyê.

Recep Tayyîp Erdogan û Îbrahîm Reîsî li Kuliyeya Serokomariya Tirkiyeyê civiyan û piştî civînê bi hev re daxuyanî da.

Reîsî diyar kir ku têkiliyên wan yên bi Tirkiyeyê re bi salan e baş in û ew dixwazin ji vir şûn de jî wan têkiliyan bigihînin astên hîn bilindtir.

Reîsî diyar ku ew bi Erdogan re di mijara Filistînê û mafên gelê Filistînê de wekî hev difikirin û got:

“Di mijara Filistînê da piştgirî û sekna gelê Tirk ya dijî zilmê bi rûmet e.”

Erdogan jî da zanîn ku wan xurtkirina hevkariyên xwe yên ji bo ewlehiyê gotûbêj kir û got:

“Ez êrişa terorê ya hovane ya 3yê Kanûna Paşîn ya li Kirmanê hat kirin şermezar dikim. Dixwazim bibêjim ku Tirkiye di têkoşîna dijî terorê de li cem Îranê ye"

Erdogan bal kişan şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de û got:

“Me li ser mijara girîngiya neavêtina gavên ku dê ewlehî û îstiqrara herêma me bêtir tehdîd bikin li hev kir.

Divê êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê bi dawî bibin, aştiyeke adil û mayînde çêbibe ku me behsa pêdiviya gavên ku divê bilez bên avêtin kir."

Li aliyê din bi amadebûna Erdogan û Reîsî di navbera her du de 10 peyman hatin îmzekirin.

Peymanên ku hatine îmzekirin wiha ne:

-Di navbera Şîrketa Veguhastina Elektrîkê ya Tirkiyeyê (TEÎAŞ) û Şîrketa Rêvebiriya Tora Îranê (IGMC) de Peymana Xebatê

-Di navbera Wezareta Bazirganîiyê ya Tirkiyeyê û Konseya Bilind a Herêmên Azad ên Bazirganî, Pîşesazî û Aboriyê ya Îranê de Peymana Hevkariya li Qadên Azad

-Di navbera Serokatiya Ragihanadinê ya Komara Tirkiyeyê û Wezareta Rewşenbîrî û Îrşada Îslamî ya Îranê de Peymana Hevkariya Medya û Ragihandinê

-Di navbera Wezareta Veguhestin û Binesaziyê ya Tirkiyeyê û Wezareta Rê û Bajarvaniyê ya Îranê de Peymana Veguhastina Rêyên Hesinî

-Di navbera Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyayê ya Tirkiyeyê û Alîkarê Berpirsê Zanist û Teknolojiyê ya Serokomarê Îranê de Peymana Hevkariya Pîşesazî û Teknolojiyê

-Di navbera Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê û Wezareta Rewşenbîrî û Îrşada Îslamî ya Îranê de Peymana Hevkariyê ya ji bo 2025an Bibe Sala Çandê ya Her Du welatan

-Peymana di navbera Akademiya Polîsên Tirkiyeyê û Zanîngeha Emîn a Polîsan a Îranê de

-Di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û Hikûmeta Îranê de Peymana Naskirina Ehliyetan

-Di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û Hikûmeta Îranê de Peymana Erkdarkirina Karmendên Ewlehiyê yên Firokên Çekdar

-Di navbera Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê û Wezareta Wezareta Petrolê Îranê de Peymana Hevkariya di Sektora Enerjiyê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst