6 welat li dijî Amerîkayê bûn yek

03-06-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka G7 Kanada Fransa Almanya Îtalya Japonya Brîtanya
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber ku baca gumruka pola û alemînyûma îthal zêde kir, welatên ku endamê G7ê ne jî li hemberî wê biryarê bertek nîşan dan.

 

Grûba G7ê li dinyayê xwediyê aboriya herî mezin in û ji 7 welatan pêk tê. Grûba G7ê li Whistlera bajarê eyaleya British Columbiayê ya Kanadayê sê rojan Civîna Wezîrên Darayî kir.


Wezîrê Darayî yê Kanadayê Bill Morneau ku serokatiya civînê kir, daxuyanî da û diyar kir, ji bilî Amerîkayê şeş endamên grûbê û nûnerê Yekîtiya Ewropayê ji kirinên Trump ên der heqê bazirganiya Amerîkayê de "bi fikar in û hêvîşkestî" bûn.


Bill Morneau di danezana hevpar a civînê de diyar kir ku şeş endamên grûbê û Yekîtiya Ewropayê li dijî baca gumrikê yên nû yên Amerîkayê bûn yek.


Morneau bangî Washingtonê kir ku sepandina terîfeyan paşve bikşîne û ji Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin jî xwest ku berî Civîna Pêşengên G7ê ku wê di 8-9ê hezîranê de li Kanadayê were kirin, peyama wan ji Trump re bêje.


Serokatiya heyamê ya G7ê ji 1ê rêbendana 2018an pê ve seba salekê ji Îtalyayê derbasî Kanadayê bû. Civîna Pêşengên G7ê ya 44emîn wê di 8-9ê hezîranê da li Charlevoixa bajaroka eyaleta Quebecê ya Kanadayê were kirin.


Cara şeşemîn e ku ev civîn dê li Kanadayê were kirin. Ji 1998an heta 2014an G8 bû, lê ji ber ku Rûsyayê di sala 2014an da Kirim îlhaq kir, ji grûbê hat derxistin. Grûb ji Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya, Amerîka û nûnerê Yekîtiya Ewropayê pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst