Almanya jî dixwaze penaberan bişîne Rwandayê

09-03-2024
RÛDAW
Almanya jî dixwaze penaberan bişîne Rwandayê
Almanya jî dixwaze penaberan bişîne Rwandayê
Nîşan Almanya Rwanda Brîtanya
A+ A-

Diyaspora (Rûdaw) - Almanya û Yekîtiya Ewropayê jî wekî Brîtanyayê dixwaze penaberan bişîne Rwandayê.

Piştî ku parlemanterên Brîtanyayê par deng dabûn pêşnûmeya awarte ya bicihkirina plana şandina penaberan a Rwandayê, dihat payîn ku plan îsal were bicihkirin.

Lê belê Dadgeha Bilind a Brîtanyayê Çiriya Paşîna 2023yan biryar da ku plana hikûmetê ya şandina penaberan a Rwandayê li dijî qanûnê ye.

Tevî ku astengiyên li pêşiya planê nehatine derbaskirin, niha jî Almanya û Yekîtiya Ewropa xwe amade dikin ku bi heman rêyê penaberan bişînin Rwandayê.

Wezîrê Dadê yê Rwandayê Emmanuel Ugirashebuja di daxuyaniya xwe ya derbarê plana Almanyayê de got:

“Eger Almanya biryara hevdîtinên bi vî rengî bide, Rwanda ji bo çareseriyên nûjen amade ye bi hevkarên xwe re diyalogê bike.”

Tevî ku Brîtanyayê 260 milyon euro daye Rwandayê jî, heta niha penaberek jî neşandiye wî welatî.

Li gorî amarên fermî, Rwanda dê heta sala 2025an nîv milyar euro ji Brîtanyayê wergire.

Penaberên ku ji Lîbyayê ji bo kampa ku bi navê Kampa Hêvî tê zanîn hatine veguhastin, mafê wan heye ku li Rwandayê bimînin lê ew dixwazin herin Ewropa û Amerîkayê.

Heta niha hezar û 500 penaber li welatên Ewropayê mafê rûniştinê wergirtine.

Almanya dixwaze di 2 salên pêş de 300 penaberên ku hatine qebûlkirin wergire.

Demokratên Xirîstiyan ên Ewropayî û serkirdeyên Almanyayê piştgiriyê didin plana Rwandayê.

Bi mehan beriya hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê, polîtîkayên li dijî koçberan li Ewropayê her ku diçe zêdetir dengan tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst