Fransa û Brîtanyayê ji Îsraîlê xwest bersivê nede Îranê

15-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îran Fransa Brîtanya Emmanule Macron David Cameron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Emmanuel Macron ragihand ku ji bo aloziyên li Rojhilata Navîn zêde nebin dê hewleke zêde bide.

Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê jî bangî Îsraîlê kir ku ti bersivekê nede Îranê.

Kabîneya şer a Îsraîlê ji bo gotûbêjkirina êrişa Îranê civînan pêk tine û berpirsên Îsraîlî eşkere dikin ku dê bersivê bidin Îranê.

Li ser vê yekê ji bo ku Îsraîl bersiv nede Îranê, Fransa û Brîtanyayê bangî Îsraîlê kir.

Emmanuel Macron li ser mijarê ji rojnamegeran re axivî.

Macron diyar kir ku çi ji destê Parîsê were dê bike da ku nehêle rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de zêde bibe.

Herwiha Macron got, "Ji ber rageşiyê em hemû dilgiran in".

Macron ji Îsraîlê xwest ti bersivekê nede êrişa Îranê û rê li ber zêdekirina rageşiyên nû veneke.

“Em dê cezayan bi ser Îranê bisepînîn”

Di heman demê de Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron ji Îsraîlê xwest li hemberî êrişên mûşekî û dronî yên Îranê ti bertekekê nîşan nede.

David Cameron piştgiriya Brîtanyayê ji Îsraîlê re ragihand û got:

"Rayedarên Îsraîlî rast in ku difikirin divê bersivê bidin ji ber ku êrişa li wan hatiye kirin lê wekî dost ji wan re pêşniyar dikim ku vê yekê nekin.

Tişta ku qewimî ji gelek aliyan ve têkçûnek bû ji bo Îranê.

Êriş bi tevahî têk çû û piştre wan nîşanî cîhanê da ku bandoreke wan a xirab li herêmê heye.

Lewma hêviya me ew e ku Îsraîl bertekê nîşan nede."

David Cameron diyar kir ku dê London bi hevpeymanên xwe ji bo sepandina cezayên din li ser Tehranê kar bike.

Çi bûbû?

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 2 jê general bi giştî 7 kes hatibûn kuştin.

Îranê ragihandibû ku êrişa li Konsulxaneya Îranê ya Şamê tê wateya êrişkirina ser axa wan û ew dê bersivê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bide.

Îranê pêr bi sedan dronên kamîkaze, mûşekên balîstîk û krûz êrişî Îsraîlê kir.

Îranê ragihand ku li hin hedefên leşkerî hatiye xistin.

Îsraîlê jî ragihand ku piraniya êrişan bi sîstema parastina asmanî hatine astengkirin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ketiye.

Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Erebistana Siûdî, Urdin û Yekîtiya Ewropayê êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê şermezar kir.

Kabîneya şer a Îsraîlê ji bo gotûbêjkirina êrişa Îranê civînan pêk tine û berpirsên Îsraîlî eşkere dikin ku dê bersivê bidin Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst