کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Mecîd Nizamedîn Gilî

Mecîd Nizamedîn Gilî

Nivîsên Ji aliyê Mecîd Nizamedîn Gilî ve hatine parve kirin

<span style="font-family: 'Source Sans Pro', sans-serif;">Mec&icirc;d Nizamed&icirc;n Gil&icirc;, r&ecirc;veber&ecirc; of&icirc;sa New York&ecirc; ya Tora Medyay&icirc; ya R&ucirc;daw&ecirc; ye. Peyamn&ecirc;r&ecirc; R&ucirc;daw&ecirc; li baregeha sereke ya Netew&ecirc;n Yekgirt&icirc; li New York&ecirc; ye.</span><br style="font-family: 'Source Sans Pro', sans-serif;" />


Mecîd Nizamedîn Gilî ji sala 2014an ve dest bi nivîsîn û karê rojnamevaniyê bo Tora Medyayî ya Rûdawê kiriye. Destpêkê weke şîrovekarê siyaseta navdewletî û Berpirsê Dêska Navdewletî li navenda Rûdawê li Hewlêrê kar kiriye. Di sala 2015an de ofîsa Rûdawê li New Yorkê vekir û wek peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê hat tomarkirin. Piştre li baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî, dêskek ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hat diyarkirin, wek wan rojnamevanên ku bi şêweyekî berdewam û fermî li Netewên Yekgirtî hatine pesendkirin.

Mecîd Nizamedîn Gilî û Tora Medyayî ya Rûdawê, tekane kes û dezgeha medyayî ya Kurdistanê ne di dîroka Netewên Yekgirtî de, ku li baregeha sereke ya wê navenda mezin a cîhanê kar kirine û hatine pesendkirin.

Mecîd, kesekî jêhatî û şarezayê karûbarên siyasî û navdewletî ye. Peywendiyên wî yên berfireh li gel nûnerên welatan û rojnamevanên li nav baregeha Netewên Yekgirtî hene û xwediyê kesayetiyekî bibandor e.

Rûmalên gelek giring li Netewên Yekgirtî encam dane, bi taybet di dema êrîş û komkujiyên DAIŞê li Şingalê û Kobanî de, herwiha di dema giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê û êrîşên 16ê Cotmeha 2017an de û êrîşa li ser Efrînê ya di Adara 2018an de. Herwiha çendîn hevpeyvîn li gel berpirsên Netewên Yekgirtî û nûnerên welatan encam daye.

Mecîd xwendina bilind li Zanîngeha New Yorkê qedandiye û di beşa Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navdewletî de bawernameya Masterê ji wê zanîngehê wergirtiye. Ji ber karên wî yên bo medyaya Amerîkayê, du caran hatiye berbijêrkirin ji bo xelata Emmy (Emmy Awards), ku ji aliyê Akademiya Televîzyonên Amerîkayê ve, baştirîn karên televîzyonî yên ji Amerîka û cîhanê bo wê xelatê têne berbijêrkirin. Herwiha di sala 2018an de bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî û piraniya nûnerên her 193 dewletên endam di Netewên Yekgirtî de, xelata Ricardo Ortega ya bo baştirîn karê rojnamevaniya televîzyonî, pêşkêşî Mecîd Nizamedîn Gilî hat kirin.

Mecîd, yekemîn rojnamevanê Kurd e, ku bi awayekî berdewam rûmala civînên Encûmena Asayişa Navdewletî û Netewên Yekgirtî dike û damezrênerê ofîsa Rûdawê li nav baregeha Netewên Yekgirtî ye. Endamê Akademiya Televîzyonî ya Amerîkî ye û di sala 2015an de weke endamê Komîteya Hilbijartina Wergirên Xelata Navdewletiya Emmy hat diyarkirin.

Mecîd Nizamedîn Gilî, berî ku li gel Rûdawê kar bike, li kanala ABC News a amerîkî wek produser û şîrovekarê nûçeyên navdewletî kar kiriye.

Mecîd li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye û li bajarokê Enkawe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve mezin bûye, ji temenê 21 salî ve çûya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê. Ji bilî zimanê dayikê ku Kurdî ye, zimanên Erebî û Îngilîzî jî bi awayekî baş dizane.
Guterres: Min ji Serokê Sûriyê re got divê welatîname bo  Kurdan were dayîn
Hevpeyvîn19-03-2023

Guterres: Min ji Serokê Sûriyê re got divê welatîname bo Kurdan were dayîn

Tirkiye û opozîsyona Sûriyê gilî li nebûna rola Neteweyên Yekbûyî dikin
Cîhan17-02-2023

Tirkiye û opozîsyona Sûriyê gilî li nebûna rola Neteweyên Yekbûyî dikin

Berdevkê NYê bo Rûdawê: Divê hikûmeta nû ya Iraqê bersiva daxwazên xelkê bide
Hevpeyvîn29-10-2022

Berdevkê NYê bo Rûdawê: Divê hikûmeta nû ya Iraqê bersiva daxwazên xelkê bide

Neteweyên Yekbûyî derbarê kuştina xwepêşanderên Îranî de banga lêkolînê kir
Cîhan28-10-2022

Neteweyên Yekbûyî derbarê kuştina xwepêşanderên Îranî de banga lêkolînê kir

Neteweyên Yekbûyî derbarê xwepêşandanan de bang li hêzên Îranê kir
Cîhan28-10-2022

Neteweyên Yekbûyî derbarê xwepêşandanan de bang li hêzên Îranê kir

Raportorê Taybet ê NY: Kurd li Îranê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in
Cîhan28-10-2022

Raportorê Taybet ê NY: Kurd li Îranê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in

Wezîrê Derve yê Iraqê ji Rûdawê re: Tirkiyê hêj ji bo bombebarankirina Perexê lêborîn nexwestiye
Hevpeyvîn26-09-2022

Wezîrê Derve yê Iraqê ji Rûdawê re: Tirkiyê hêj ji bo bombebarankirina Perexê lêborîn nexwestiye

Serokwezîrê Keneda bo Rûdawê: Em pabendî hevkarîkirina ji bo şikandina DAIŞê ne
Cîhan22-09-2022

Serokwezîrê Keneda bo Rûdawê: Em pabendî hevkarîkirina ji bo şikandina DAIŞê ne

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî bo Rûdawê: Eger Îran rê bide em dê di çend mehan de pişkinînên xwe temam bikin
Cîhan22-09-2022

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî bo Rûdawê: Eger Îran rê bide em dê di çend mehan de pişkinînên xwe temam bikin

Nûnera Amerîkayê li NY: Cîhan ji keviya karesateke etomî vegeriya
Cîhan06-03-2022

Nûnera Amerîkayê li NY: Cîhan ji keviya karesateke etomî vegeriya

Sekreterê Giştî yê NY: Li Efxanistanê xelk bo kirîna xwarinê zarokên xwe difiroşin
Cîhan27-01-2022

Sekreterê Giştî yê NY: Li Efxanistanê xelk bo kirîna xwarinê zarokên xwe difiroşin

Pêşbîniyên navdewletî ji bo Kurdan
Nêrîn15-01-2022

Pêşbîniyên navdewletî ji bo Kurdan

Çîn bo Tirkiyê: Divê rêz li serweriya Iraqê bê girtin
Cîhan24-11-2021

Çîn bo Tirkiyê: Divê rêz li serweriya Iraqê bê girtin

Netewên Yekbûyî bo Rûdawê: Nabe koçber wek kartek siyasî bên bikaranîn
Cîhan09-11-2021

Netewên Yekbûyî bo Rûdawê: Nabe koçber wek kartek siyasî bên bikaranîn

NY: Rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê xerabtir dibe
Cîhan25-06-2021

NY: Rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê xerabtir dibe