کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêne: Rûdaw

Wêne: Rûdaw

Cîhan

Raportorê Taybet ê NY: Kurd li Îranê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in

Mecîd Nizamedîn Gilî

Mecîd Nizamedîn Gilî

28-10-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Mecîd Nizamedîn Gilî, rêveberê ofîsa New Yorkê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê Rûdawê li baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê ye.
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî28-10-2022
Mecîd Nizamedîn Gilî, rêveberê ofîsa New Yorkê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê Rûdawê li baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê ye.

Nûçeyên Têkildar

Komeke parlamenterên Almanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da
Cîhan26-11-2026

Komeke parlamenterên Almanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene
Cîhan26-11-2026

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene

Brîtanyayê polîtîkaya penaberiyê ya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nû kir
Cîhan25-11-2026

Brîtanyayê polîtîkaya penaberiyê ya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nû kir

Hewlêr (Rûdaw) - Raporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî got ku Kurd di dîrokê de li Îranê hatine tepisandin û heta niha jî mafên wan ên bingehîn li welat tên înkarkirin.

Ji ber ku keça Kurd Jîna Emînî di dema binçavkirinê de di encama tundiya polîsan de jiyana xwe ji dest da, li Îran û Rojhilat xwepêşandanên berfireh hatin lidarxistin.

Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Cavîd Rehman duh di civîneke çapemeniyê de li ser pirsa peymanerê Rûdawî Mecîd Gilî, behsa zextên li ser Kurdan ên li ÎRanê kir.

Cavîd Rehman got “Li ser mijara Kurdistan û meseleya Kurdistanê, wek hûn dizanin gelê Kurd di warê dîrokî û hemdem de ji mafên xwe yên bingehîn ên mirovî bê par hatiye hiştin. Û ez dê tenê mînakek bidim we: Jîna navekî kurdî ye, lê ji ber ku dewlet bi tu awayî destûrê nade nasnameya Kurdî û îfadeya Kurdî, di fermiyetê de ev nav nehat bikaranîn. Bi gotineke din, ev mînakeke sade ya zordestiya dewleta Îranê ya li ser gelê Kurd û heta kêmneteweyên din e. Û ji mafê nasnameyê, mafê ziman, mafê temsîliyeta xwe, mafê îfadekirinê dest pê bike, gelê Kurd ji gelek mafan bêpar maye.

Rehman destnîşan kir ku ev yek bi mirina Jîna Emînî re protestoyên dawî gurr kiriye.

Çi bûbû?

Jîna Emînî ya 22 salî, xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, roja 13ê Îlona 2022an ji aliyê Polîsên Exlaqê yên Îranê ve, bi sedema pabendnebûna cil û bergan, hatibû girtin. Piştî ku tenduristiya wê li girtîgehê xirab bû, rakirin nexweşxaneyê û di 16 Îlonê de li wir canê xwe ji dest da. Malbata wê dibêje ku keça wan di dema desteserkirinê de ji ber lêdana polîsan jiyana xwe ji dest daye.

Xwepêşandanên ku piştî merasîma cenazeyê Jîna Emînî di 17ê Îlonê de li bajarê wî Seqizê destpê kirin, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûn.

Li gor amarên ku rêxistinên mafên mirovan ragihandine di xwepêşandanan de heta niha zêdetirî 240 kesan jiyana xwe ji dest dane ku di nav wan de hêzên ewlehiyê jî hene.

Pirsên