کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Netewên Yekbûyî bo Rûdawê: Nabe koçber wek kartek siyasî bên bikaranîn

Mecîd Nizamedîn Gilî

Mecîd Nizamedîn Gilî

09-11-2021
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Mecîd Nizamedîn Gilî, rêveberê ofîsa New Yorkê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê Rûdawê li baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê ye.
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî09-11-2021
Mecîd Nizamedîn Gilî, rêveberê ofîsa New Yorkê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê Rûdawê li baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê ye.

Nûçeyên Têkildar

Komeke parlamenterên Almanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da
Cîhan26-11-2026

Komeke parlamenterên Almanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene
Cîhan26-11-2026

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene

Brîtanyayê polîtîkaya penaberiyê ya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nû kir
Cîhan25-11-2026

Brîtanyayê polîtîkaya penaberiyê ya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nû kir

New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê ya derbarê koçberên li ser sînorê Belarus-Polonya de got, “Nabe ev kes ti carî weke piyonên siyasî bên bikaranîn. Bi taybetî eger em behsa mirovên bêhêz û di xetereyê de bikin.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric duh di civîna çapemeniyê de bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Mecîd Nizamedîn Gilî da.

Dujarric li ser pirsa hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got: “Ji tiştên ku min di çapemeniyê de xwendine, zêdetir nizanim kî berpirsê êrîşê ye. Tiştê diyar e ku aramiya Iraqê krîtîk e û (istiqrara Iraqê) di berjewendiya hemû herêmê de ye.”

Dujarric got: “Peyama Neteweyên Yekbûyî ji bo hemû Iraqiyan, partiyên siyasî û civaka sivîl li Iraqê ew e ku ji bo yekîtî û aramiya welat kar bikin. Ev hemû ji bo wê yekê ye ku mêr, jin û zarokên Iraqî di nav aramî û aştiyê de bijîn, wek ku heq dike.”

Peyamnêrê Rûdawê derbarê rewşa koçberên li ser sînorê Belarus-Polonyayê pirsî, “Raport hene ku zêdetirî 1000 koçber ku piraniya wan ji Rojhilata Navîn, Kurd, Ereb û navçeyên din in, di navbera Polonya û Belarusê de asê mane. Karbidestên Belarusî wan neçar dikin ku ber bi sînorê Polonya ve koç bikin û hêzên ewlekarî yên Polonya gaza rondikrêj û hêzên din li dijî van koçberan bikar tînin. We raporên li ser vê mijarê dîtine? Helwesta te çi ye?” Stephane Dujarric wiha bersiv da:

“Ev demek e em li ser tiştên ku li ser sînorê Polonya û Belarusyayê qewimîn çavdêriya raporên xwe dikin. Gelek prensîbên krîtîk hene û ez difikirim ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî li ser wan axivî. Bi taybetî dema em behsa kesên bêhêz û bêhêz dikin, em dibêjin ku divê ev kes ti carî wek piyonên siyasî neyên bikaranîn. Çi ev kes penaber bin yan jî koçber bin. Di Peymana Penaberan a 1951ê de prensîbên bingehîn hene ku divê her kes rêzê li wan bigire.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser pirsa, "Gelo NY ji bo alîkariya koçberan li wê derê ye?" bersiv da û got, “Divê hûn vê yekê bi UNHCR re gotûbêj bikin.”

Pirsên