Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gaza xwezayî ya malan ji sedî 24,6 û ya sektora pîşesaziyê jî ji sedî 7,86 hat bihakirin.
Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) derbarê bihakirina gaza xwezayî daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya armancên budceyê de bihayê gaza xwezayî hatiye nûkirin û zem îro dest pê dike.
Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) di daxuyaniya xwe de got:
“Di çarçoveya bihayê gaza xwezayî de ku Kompanya Veguhestina Petrol û Xetên Boriyan (BOTAŞ) diyar kiriye, gaza xwezayî ya malan ji sedî 24,6 û ya sektora pîşesaziyê jî ji sedî 7,86 hatiye bihakirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse