Hewlêr (Rûdaw) - Onseke zîv îro bi derdora 48,80 dolarî ye û kîlo jî bi 1,568 dolaran e.
Çavên veberhêneran li biryarên Banka Navendî ya Amerîkayê û bandorên kêmbûna aloziyên bazirganiyê yên di navbera Amerîka û Çînê de ne.
Banka Navendî ya Amerîkayê hefteya borî rêjeya faîzê ji sedî 0,25 kêm kir.
Lê Serokê Bankê Jerome Powell da zanîn kir ku meha kanûna pêşîn kêmkirineke din ne garantî ye.
Niha bazar li benda belavbûna amarên girîng ên Amerîkayê ne û dibe ku ev amar bandorê li ser arasteya siyaseta diravî bikin.
Ji aliyê din ve, başbûna pêwendiyên bazirganiyê daxwaza li ser zîv a wekî “stargeheke ewle” kêm kiriye.
Koşka Spî dawiya hefteya borî ragihand ku Çîn dê sînordarkirina hinardekirina madenên kêmpeyda rawestîne û lêkolînên li ser kompanyayên nîv-rêgir ên Amerîkayê bi dawî bike.
Di berdêla wê de, Amerîka dê hinek bacên gumrikê kêm bike û baca gumrikê ya ji sedî 100 betal bike ku Trump berê gefa danîna wê li ser hinardeyên Çînê dixwar.
Bihayê onsa zîv meha borî gihiştibû asta herî bilind a dîrokê ku 54,51 dolar bû.
Ev yek ji ber kêmbûna zîv a li Borsaya Zîv a Londonê çêbûbû.
Paşê ji ber wergirtina faîzê ya ji aliyê veberhêneran ve zîv erzan bûbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse