Zêr û zîv rekorên nû tomar dikin: Sedem çi ne?

04-10-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Zîv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja dawî ya dan û standinên hefteyê de bihayê zêr û zîv rekorên nû tomar kirin û ev 7 hefte ne ku li ser hev biha dibin.

Onsa zêr gihişt 3 hezar û 884 dolaran û onsa zîv jî 48 dolarî derbas kir.

Onsa zêr gihişt 3 hezar û 884 dolaran

Roja înê, di dema girtina bazaran de, bihayê onseke zêr bi rêjeya ji sedî 0.7 zêde bû û onsa wê bi 3 hezar û 884 dolaran hat firotin.

Bihayê zêr roja pêncşemê gihiştibû 3 hezar û 896,49 dolaran û rekoreke dîrokî tomar kiribû.

Li gorî vê yekê, bihayê zêr di nava hefteyekê de ji sedî 3 zêde bûye.

Bihayê zêr di girêbestên dahatûyê de yên ji bo radestkirina di meha 12an a îsal de, ji sedî 1 zêde bû û bi 3 hezar û 908 dolaran hat firotin.

Onsa zîv 48 dolaran derbas kir

Bihayê onsek zîv jî dolarek, ango ji sedî 2,13, zêde bû û bi 47,99 dolarî hat firotin.

Beriya girtina bazaran, bihayê onsek zîv gihişt asta 48,34 dolaran ku ev jî ji Îlona 2011an vir ve asta herî bilind e.

Bi vî awayî, niha kîloyek zîv li bazarên cîhanê bi hezar û 542 dolaran e.

Sedem çi ne?

Pêşbîniyên li ser kêmkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve û nezelaliya li ser girtina deriyên hikûmetê sedemên sereke yên bihabûna van metalan in.

Ji sedî 97ê bazirganan di wê baweriyê de ne ku Banka Navendî ya Amerîkayê dê di civîna xwe ya bê de rêjeya faîzê hîn zêdetir kêm bike.

Analîstê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Kitco Metalê Jim Wyckoff li ser mijarê got, “Heya ku girtina deriyên hikûmeta Amerîkayê berdewam bike, îhtimaleke mezin heye ku bihabûna zêr jî berdewam bike.”

Di warê pîşesaziyê de, zêdebûna bikaranîna panelên enerjiya rojê bûye sedema zêdebûna daxwaza li ser zîv.

Her wiha, Enstîtuya Zîv a Cîhanê pêşbînî dike ku bazara zîv ji bo sala pêncemîn li pey hev kêmasiyê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst