Bihayê zêr îro hinekî daket

02-12-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Ons Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr li bazarên cîhanê daket û onsa zêr bi 4 hezar û 210 dolaran hat firotin.

Sedema sereke ya daketina bihayê zêr ya îro firotina zêr a bi armanca karê ya ji aliyê hilberîner û bazirganan ve ye.

Heta niha jî bazara zêr di bin bandora pêşbîniyên kêmkirina rêjeya faîzê de ye ku dê 10ê vê mehê li civîna Banka Navendî ya Amerîkayê bê gotûbêjkirin.

Niha bazirgan bi rêjeya ji sedî 88 pêşbînî dikin ku di civîna bê ya bankê de rêjeya faîzê bi qasî ji sedî 0,25 were kêmkirin.

Ev pêşbînî ji ber daneyên aboriya Amerîkayê û daxuyaniyên nerm ên berpirsên Banka Navendî xurttir bûne.

Ji aliyê din ve daneyên doh nîşan da ku sektora pîşesaziyê ya Amerîkayê meha 9 meh in li ser hev bi paş de çûye.

Ev yek zextên li ser Banka Navendî zêde dike da ku siyaseta xwe ya diravî nermtir bike û rêjeya faîzê kêm bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst