Petrol ji ber êrişên Ukraynayê biha bû

22 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Petrol Rûsya Ukrayna Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro ji ber êrişên nû yên Ukraynayê yên li ser dezgehên petrolê yên Rûsyayê bilind bû.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 24 sentan bilind bû û bi 62,91 dolaran miamele pê hat kirin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 29 sentan bilind bû û bermîl bi 59,24 dolaran hat firotin.

Her çi qasî tundbûna êrişên Ukraynayê yên li ser dezgehên petrolê yên Rûsyayê piştgiriyê bide bihayên petrolê jî ji ber lawaziya bingehên bazara petrolê ku pêşkêşa zêde û daxwaza kêm li xwe digire, bihayên petrolê nekarî bilindbûneke berbiçav bibînin.

Çavkaniyekê Ukraynayî piştrast kir ku wan êrişî boriya petrolê ya "Druzhba"yê kiriye ku petrolê vediguhêze Macaristan û Slovakyayê.

Li gorî şirketa şêwirmendiyê ya Kplerê, êrişên Ukraynayê yên li ser dezgehên petrolê yên Rûsyayê bûne sedem ku kapasîteya rafîneyên Rûsyayê ji rojane 5 milyon bermîlan dakeve 335 hezar bermîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst