Enflasyona nîsanê eşkere bû: Du encamên gelekî ji hev cuda

05-05-2025
RÛDAW
Nîşan TUIK ENAG Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - TUIKê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona nîsanê, bi rêjeya ji sedî 3 zêde bûye û salane jî gihiştiye ji sedî 37,86an.

Her wiha ENAGê eşkere kir ku rêjeya enflasyona nîsanê ji sedî 4,46 e û ya salane gihiştiye ji sedî 73,88an.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amarên enflasyonê yên Nîsana 2025an û ya salane eşkere kirin.

Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.

Li gorî amarên saziya TUIKê ya dewletê enflasyona meha nîsanê ji sedî 3 ye û ya salane ji sedî 37,86 e.

Lê belê li gorî saziya ENAGê ya serbixwe, enflasyona meha nîsanê ji sedî 4,46 e û ya salane jî ji sedî 73,88 e.

Li gorî amarên TUIKê, meha Nîsana 2025an li gorî  heman meha sala borî herî kêm bi rêjeya ji sedî 16,92yan bihayên cil û bergan zêde bûne.

Herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 79,2yan bihayên sektora perwerdeyê zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst