Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Îranî razîbûna xwe nîşan da ku gaza malan bi boriyê bighîne sînorê Hacî Omeran. Qeymeqamê qezayê jî dibêje ku ji bo heman mijarê hewl didin aliyên peywendîdar ên hikûmeta Kurdistanê jî razî bikin.
Di vê derbarê de Qeymeqamê Qezaya Çoman Ehmed Qadir ku du rojên borî ligel parêzgarê Hewlêrê serdana bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê kiribûn, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Di wê serdanê de berpirsên bajêr amadebûna xwe anîn ziman ku gaza malan bi boriyê bighînin sînorê Hacî Omeran, me jî daxwaz kir bo qezaya Çoman jî be.”
Ehmed Qadir wiha axifî: “Em pêşwaziyê li vê hewldana bajarê Urmiyê dikin, lê belê rizamendiya aliyên peywendîdar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêwist e û hewl didin wan jî razî bikin.”
Di du rojên borî de şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî serdana bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê kir û di wê serdanê de tekez li ser pêşvebirina peywendiyên bazirganî yên navbera herdu aliyan hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse